Sererkanê Îsraîlê: Em dê Sûriyeyê lawaz bikin, Îran hîn jî hedefa me ye

Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir diyar kir ku ew dê rê li ber bidestxistina şiyanên stratejîk ên Sûriyeyê bigirin, wê lawaz bikin û azadiya tevgera xwe ya li Sûriyeyê biparêzin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, Eyal Zamir piştî nêzîkî 2 salan cara yekem bi fermandarên payebilind ên artêşê re nirxandineke rewşê ya piralî kir.

Di civînê de, tabloya "îstixbarat, operasyon û stratejiyê" ya ji sînorên Îsraîlê heta hemû Rojhilata Navîn hat nirxandin û analîzên li ser wan hatin pêşkêşkirin.

Sererkanê Îsraîlê tekezî li ser wê yekê kir ku divê artêş ji bo êrişeke berfireh û giştî amade be û got:

"Em dê parastina serweriya xwe ya asmanî û bipêşxistina xebatên xwe yên îstixbaratê bidomînin."

Wî her wiha daxuyand ku ew dê rê li ber bidestxistina şiyanên stratejîk ên Sûriyeyê û Hizbulaha Libnanê bigirin, wan lawaz bikin û azadiya tevgera xwe ya li Sûriyeyê biparêzin.

“Şerê li Xezeyê yek ji şerên herî aloz e”

Zamir got, "Şerê li Xezeyê yek ji şerên herî aloz e ku artêşa Îsraîlê heta niha dîtiye" û anî zimên ku ew di şer de “berdêlên giran” didin.

"Şerê li hemberî Îranê hîn bi dawî nebûye"

Eyal Zamir li ser mijara Îranê jî rawestiya û got, "Îran û hevpeymanên wê hîn di hedefa me de ne. Şerê li hemberî Îranê hîn bi dawî nebûye."