Dijbereya Sûriyê xwe bo ‘herêma aram’ amade dike
Dîlok (Rûdaw) - Hikumeta demkî ya dijbereya Sûriyê ragihand ew dê heta 3 mehên din ofîsa xwe veguhezin hundirê Sûriyê û li gora gotina wan dê ew ofîs di nava sînorê “herêma aram” de were avakirin.
Serokê Hikûmeta demkî ya dijbereya Sûriyeyê Ehmed Tuhme ji Rûdawê re got, ew dê heta 3 mehên din ofîsa veguhezin li Sûriyeyê. Herwiha got, nabe ne cihê Partiya Yekîtiya Demokraîk (PYD) û ne cihe Nusra li “herêma aram” hebe.
Partiyên kurdan jî diyarkirin eger herêma aram di bin siya civaka navdewletî de be ew amade ne bi hikûmeta demkî re kar bikin û dibêjin divê PYD jî îsbat bike ku ew li dijî hikûmeta Sûriyê ye.
Serokê Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyê Dr. Ehmed Tuhme derbarê vê mijarê de wiha got:
"Dibe di hefteya bê anjî ya din de operasyonên serbazî li dijî DAIŞê dest pê bikin. Ji herêma aram, rêxitina DAIŞê dê were paqijkirin. Herwiha nabe PYD û Nusra li herêmê be. Artêşa Azad dê herêmê biparêze"
Dijbereya Sûriyê veguheztina ofîsa hikûmeta demkî, bi avakirina herêma aram girêdide û ji bo danîna pêwendiyan bi PYD re mercan xwe datînin.
Dr. Ehmed Tuhme anî ziman, eger helwesteke PYD ya eşkere hebe ku ew li dijî rêjîmê ne, ew dixwazin pêwendiyan wê demê pewendiyan ligel PYDê bikin.
Aliyên kurdan jî dibêjin heger herêma aram di bin siya civaka navdewletî de bê di cihê xwe li wê derê bigirin.