Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Em dê deriyên dojehê vekin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku wan doh plana kontrolkirina bajarê Xezeyê pesend kiriye û gefa wê yekê xwar ku "ew dê deriyên dojehê vekin."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya Xê, di parvekirineke xwe de diyar kir ku wan doh "plana kontrolkirina bajarê Xezeyê" ya ku artêşa Îsraîlê pêşkêş kiribû, pesend kiriye.

Israel Katz gef xwar ku "ew dê di demeke nêzîk de ji bo Hemasê deriyên dojehê vekin" û destnîşan kir ku heta mercên Tel Evîvê yên ji bo "bidawîkirina şer" ên wekî berdana hemû 50 dîlan û bêçekkirina Hemasê neyên qebûlkirin, dê êrişên wan bidomin.[

Katz got, eger na dê bajarê Xezeyê bibe wekî bajarê Refahê ku Îsraîlê bi êrişên xwe wêraniyek mezin lê çêkiribû.

Fermana Netanyahu ya ji bo danûstandinên agirbestê

Serokwezîrê Îsraîlê jî ragihandibû ku artêşa Îsraîlê plana kontrolkirina Xezeyê pêşkêşî wî kiriye û ji bo pesendkirinê çûye baregeha Lîwaya Xezeyê ya li başûrê welêt.

Netanyahu gotibû ku ew dê li gel êrişên kontrolkirina bajarê Xezeyê, di heman demê de danûstandinên agirbest û pevguhertina dîlan jî bimeşînin.

Îsraîlê biryara kontrolkirina Xezeyê dabû

Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê 8ê Tebaxê plana kontrolkirina bajarê Xezeyê pesend kiribû.

Netanyahu, beriya civîna kabîneyê di hevpeyvînekê de gotibû ku armanca wan ew e ku tevahiya Xezeyê kontrolkirin bikin.