Bi mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber mûşekên ku ji Yemenê hatin avêtin li bajarên naverasta Îsraîlê zengilên hişyariyê lê da.
Ji ber êrişan Balafirgeha Ben Gurionê ya li Tel Evîva paytexta Îsraîlê hat girtin
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ragihand ku ji Yemenê ber bi axa Îsraîlê ve mûşekek hatiye avêtin û sîstemên parastinê hewl didin rê li ber gefan bigirin.
Li hêla din, li Tel Evîvê dengê teqînan hat bihîstin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Îsraîlê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku heta niha ti banga rewşa awarte nehatiye wergirtin, tenê hinek kes di dema bazdana ber bi stargehan ve birîndar bûne.
#WÊNE - Ji Yemenê ber bi axa Îsraîlê ve mûşek hatin berdan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 22, 2025
🛑Balafirgeha Ben Gurionê ya li Tel Evîva paytexta Îsraîlê hat girtin#Israel #Yemen
📸AA pic.twitter.com/fh9k3JCvWD