Netanyahu: Li Xezeyê 5 berpirsên payebilind ên Hemasê hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ragihand ku di operasyonê artêşê de 5 berpirsên payebilind ên Hemasê hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî da zanîn ku 24 sivîlan canê xwe ji dest daye.
Artêşa Îsraîlê bi tohmeta ku Hemasê li Xezeyê agirbest bin pê kiriye, êrişên esmaî yên berfireh pêk anîn.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ragihand ku di operasyonê de 5 berpirsên payebilind ên Hemasê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ducare binpêkirina agirbestê ya ji aliyê Hemasê ve nayê qebûlkirin.
Îsraîl dê ji bo parastina welatiyên xwe û sînorên xwe gavên pêwîst biavêje.”
Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê û Birêvebiriya Parastina Sivîl ragihandin ku di êrişan de gelek sivîlan canê xwe ji dest daye û birîndar bûne.
Di êrişan de 24 sivîl mirin
Di êrişa li ser Xaçerêya El-Ebas a li rojavayê bajarê Xezeyê de 5 kes mirin.
Şahidên bûyerê diyar kir ku 3 ji wan di otomobîlê de û 2 jî peya bûn.
Di êrişê de gelek kes birîndar bûn ku di nav wan de zarok jî hebûn.
Her wiha di êrişa li ser mala malbata El-Xudarî ya li Taxa Nasrê de jî 4 kes mirin.
Li Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li naverasta Xezeyê, di êrişa li ser maleke li nêzîkî Nexweşxaneya El-Ewdeyê de 3 Filistînî mirin û 11 kes birîndar bûn.
Di êrişa li ser maleke din a li beşa ku wekî "Herêma 2yan" tê binavkirin de jî 7 kes mirin ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn.
Li bajarê Deyr el-Belahê yê li naverastê, di êrişa li ser malekê de 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.
Di nava rojê de di êrişên li ser Kampa Penaberan a Bureycê û Cibaliyayê de 3 Filistînî birîndar bûn.
Hemasê banga destwerdanê kir
Medyaya Îsraîlê îdia kir ku êriş bi hevahengiya bi baregeha Amerîkayê ya li Kiryat Gatê re hatine kirin.
Berpirsên Hemasê diyar kir ku Îsraîlê gelek caran agirbest bin pê kiriye û wan ji bo destwerdanê bangî garantorên peymanê û birêvebiriya Amerîkayê kiriye.
Li gorî peymana agirbestê, diviyabû Îsraîl rojane rê bida ku 600 barhilgirên alîkariyê derbasî Xezeyê bibin û êrişan bi temamî rawestîne.
Lê belê alîkariyên mirovî ti carî negihîştin vê hejmarê û êriş berdewam kirin.
Di êrişên ji 11ê Çiriya Pêşîn û vir ve 318 Filistînî hatine kuştin û 788 kes birîndar bûne.