Medyaya Îsraîlê: Biden bersiva peywendiyên serokwezîrê Îsraîlê nade
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îsraîlê eşkere kiriye ku Serokê Amerîkayê nêzîkî 3 hefteyane bersiva peywendiya telefonî ya Serokwezîrê Îsraîlê nedaye.
Kanala 13 a Îsraîlê ku bi nêzîkbûna ji ofîsa serokwezîrê wî welatî tê naskirin, eşkere kiriye ku bi ti awayekî Biden amade nîne derbarê Îranê de li gel Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett biaxve.
Li gorî heman çavkaniyê, ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê di hewl de ye daku peyweniyeke telefonî li gel Serokê Amerîkayê Joe Biden rêk bixe, lê heta niha Koşka Spî amade nebûye bersiva wê daxwaziya Îsraîlê bide.
Di wan demên dawiyê de, nakokiyên di navbera Waşington û Tel Avîvê de têkildarî danûstandinên etomî yên Îranê zêdetir bûne. Waşington piştgiriya vegera bo rêkeftina etomî ya sala 2015an dike, lê Tel Avîv dixwaze civaka navdewletî razî bike, zextê li Îranê bikin daku Tehran neçar bibe dest ji bernameya xwe ya etomî berde.
Duh Sêşembê 21ê Kanûna 2021an, Şêwirmendê Asayîşa Niştmaniya Amerîkayê Jake Sullivan serdana Tel Avîvê kir û biryar e îro Çarşembê bi serok û serokwezîrê Îsraîlê re bicive.