Fîdan, Guler û Kalin li Şamê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin çûn Şama paytexta Sûriyeyê.

Tê çaverêkirin ku Balyozê nû yê Tirkiyeyê yê Şamê Nuh Yilmaz îro li Şamê bi awayekî fermî dest bi erkê xwe bike.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve hatine wergirtin, Fîdan, Guler û Kalin dê di çarçoveya serdana xebatê de bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û rayedarên Sûriyeyî re bicivin.

Peymana 10ê Adarê û HSD

Tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinan de pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê yên di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de yên piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an bi awayekî berfireh bên nirxandin.

Yek ji mijarên sereke yên rojevê, nirxandina pêvajoya pêkanîna "Peymana 10ê Adarê" ye ku di navbera birêvebiriya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatibû îmzekirin.

Operasyonên Îsraîlê

Di serdanê de her wiha tê plankirin ku ew balê bikişînin ser rîskên ewlehiyê yên ku ji ber operasyonên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê derketine holê.

Meseleya DAIŞê

Li hêla din, “beşdariya Sûriyeyê ya nav Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon)” û “hevkariya ji bo rêlibergirtina zindîbûna DAIŞê” jî dê werin gotûbêjkirin.