Hakan Fîdan: Dibe ku agirbesta li Sûriyeyê were dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku niha mijara veguhastina girtiyên DAIŞê ya ji Sûriyeyê ber bi Îraqê di rojevê de ye û ji ber vê yekê dibe ku pêwîst bike agirbesta heyî hinekî din were dirêjkirin.

Hakan Fîdan beşdarî weşana NTVyê bû û pirsên derbarê rewşa dawî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bersivandin.

“Daxwaza dirêjkirina agirbestê heye”

Fîdan bal kişand ser agirbesta 4 rojî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de û got:

"Di pêvajoya ku gihişt agirbestê de gelek bûyer hene. Ez bi kurtasî vê bibêjim; niha mijara veguhastina girtiyên DAIŞê ya ji Sûriyeyê ber bi Îraqê heye.

Di rewşeke wiha de dibe ku pêwîst bike agirbest hinekî din were dirêjkirin. Niha daxwazeke wiha heye."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku trafîkeke dîplomasiyê heye û ew jî di nav de ne û anî zimên:

"Em qet naxwazin pevçûn çêbibin. Ez hêvî dikim ku pêvajoyeke erênî ya aştiyê bê destpêkirin."

Fidan li ser pirsa "Eger lihevkirin çênebe gelo Şam dê operasyonê li dijî Kobanî, Qamişlo û Hisîçayê bike?" got:

"Ez hêvî dikim ku ji bo çareseriya bi rêya diyalogê îradeyeke cidî hebe."

“Ji bo min ne surprîz bû”

Hakan Fidan li ser rewşa dawî ya HSDyê û guherînên li qadê got, "Ji bo min ne surprîz bû" û wiha pê de çû:

"Me ev yek baş dizanî. Me bi salan dînamîkên li herêma ku YPGyê dagir kiribû û nifûsa Ereban li wan zêde bû dixwendin.

Agahiya me li ser pêkhateya eşîran hebû û me dizanî bê dê kengî û çawa serî hildin."