Muqteda Sedr: Yê ku alî jina xwe neke ne şopînerê Îmam Elî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tevgera Niştimanî ya Şîeyan Muqteda Sedr bangî şopînerên mezhebê Şîeyan kir ku di kar û barên malê de alîkariya hevjînên xwe bikin.
Muqteda Sedr doh li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mafên jinan û alîkariya karên malê de daxuyaniyek belav kir.
Sedr diyar kir, mêrên ku alîkariya jinên xwe nakin di ti tiştî de nabin şopînerên Îmam Elî.
Sedr da zanîn ku piraniya civakê û bi taybetî jî civaka Ereban ji taybetiya alîkariya di karên malê de dûr e.
Sedr destnîşan kir ku mêrên xwedî hişmendiya eşîrî di xwedîkirina zarokan û karên malê de alîkariya jinên xwe nakin.
"Di karên malê de quretiyê mekin"
Muqteda Sedr peyama xwe bi taybetî arasteyî şopînerên Şîeyan kir.
Sedr got ku her kesê di vî warî de quretiyê bike ti carî nabe şopînerê Îmam Elî.
Wî her wiha rexne li wan mêran girt ku di mijara xwarin û vexwarinê de li malê quretiyê dikin.
Sedr di heman demê de ew mêrên ku tundiyê li jin û zarokên xwe dikin, li wan dixin û gotinên nexweş ji wan re dibêjin jî şermezar kirin.
Serokê Tevgera Niştimanî ya Şîeyan Muqteda Sedr di dawiya peyama xwe de wiha got:
"Ey şopînerên Elî, di şûştina nîskan, alîkariya jinan û xizmetkirina zarokan de quretiyê mekin da ku xêr û qencî ji we re werin nivîsandin."