Dilgiraniya Netanyahu: ‘Gelo Trump hîn jî bi me re ye?’

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê civiya. Di civînê de îhtimala êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê û îhtimala şerekî herêmî hatin gotûbêjkirin.

Li gorî nûçeya Kenal 12ê ya ku li Îsraîlê weşanê dike, tê nirxandin ku Amerîka dê di demeke nêzîk de êrişî Îranê bike.

Hat diyarkirin ku piştî van nirxandinan endamên Kabîneyê dê li ser Îranê û eniyên cuda brîfîngeken berfireh bistînin.

Berteka Hizbulahê hat nîqaşkirin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beriya civîna kabîneyê bi hinek şêwirmend û rayedarên ewlehiyê re civiya.

Di vê civînê de hat nîqaşkirin ku eger Amerîka êrişî Îranê bike dê Hizbulah çawa tevbigere.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku rayedarên Îsraîlî li ser mijara Hizbulahê ne hevfikir in.

Hinek rayedar difikirin ku di egera êrişeke Amerîkayê de Hizbulah dê bikeve nav şer û êrişî Îsraîlê bike lê hinek jî dibêjin ew dê şer neke.

Li Îsraîlê ew nêrîn serdest e ku Îran dixwaze bi pêşniyarên nû yên li ser bernameya xwe ya nukleer demê bi dest bixe.

Di navbera Washington û Tehranê de gelek nakokî hene.

 Ji ber vê yekê, tê diyarkirin ku îhtimala peymanekê di vê qonaxê de gelekî kêm e.

"Gelo Trump hîn jî bi me re ye?"

Netanyahu destpêka vê mehê li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civiyabû.

Hat ragihandin ku piştî vê hevdîtinê Netanyahu di fêhmkirina siyaseta Trump a li hemberî Îranê de zehmetî kişandiye.

Li gorî Kenal 12ê, Netanyahu piştî civîna bi Trump re ji rayedarekî bilind ê Amerîkayê pirsiye û gotiye: “Gelo ew hîn jî bi me re ye?”

Hat destnîşankirin ku Netanyahu bi vî awayî dilgiraniya xwe ya li ser rewşê aniye zimên.

Dan û standinên Amerîka û Îranê

Li aliyê din, dan û standinên nukleer ên di navbera Îran û Amerîkayê de bi navbeynkariya Umanê berdewam dikin.

Hatibû ragihandin ku dê gera sêyem a van hevdîtinan 26ê Sibatê li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê were lidarxistin.

Her du alî 6ê Sibatê li Umanê bi awayekî nerasterast civiyabûn û wan li hev kiribû ku pêwendiyên xwe bidomînin.

Pişt re hevdîtinan 17ê Sibatê li Cenevreyê berdewam kiribû.

Di hevdîtinan de rêjeya meyandina (dewlemendkirin) uranyumê ya Îranê mijara sereke bû.

Her wiha rewşa stoka uranyuma ku di asteke bilind de hatiye meyandin jî hatibû nîqaşkirin.