Îran: Trump ji tirsa bersiva me ultîmatoma xwe betal kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji ber "berhemdariya" dan û standinên bi Îranê re, wî êrişên li ser binesaziya enerjiyê ji bo 5 rojan taloq kirine.
Lê belê Tehran vê biryarê wekî "paşvekişîna Trump a ji ber tirsa bersiva Îranê" pênase dike.
Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku Donald Trump ji ultîmatoma xwe ya 48 saetan a li dijî stasyonên elektrîkê ya Îranê vegeryaye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Trump ji tirsa bersiva Îranê ji ultîmatoma xwe ya 48 saetan bi paş ve gav avêt. Wî ferman da Wezareta Parastinê ku heya niha ti êrişê li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê pêk neynin."
Hişyariyên Îranê çi bûn?
Berî daxuyaniya Trump, Berdevkê Baregeha Navendî ya Hatem el-Enbiya Îbrahîm Zulfîkarî hişyarî dabû Amerîkayê û gotibû,"Eger Amerîka li stasyonên elektrîkê bixe:
Heta ku navendên zererdîtî neyên avakirina, Tengava Hurmizê dê girtî bimîne.
Binesaziya enerjî, elektrîk û teknolojiyê ya Îsraîlê dê bibe armanc.
Stasyonên elektrîkê yên welatên Rojhilata Navîn ên ku baregehên Amerîkayê lê ne, dê bibin armancên rewa."
Daxuyaniya dawî ya Trump
Donald Trump bi rêya medyaya civakî ragihand ku di nava du rojên dawî de bi Îranê re dan û standinên "avakera û berhemdar" hatine kirin. Trump diyar kir ku li gorî serkeftina van dan û standinan, wî operasyonên leşkerî yên li dijî binesaziya enerjiyê ji bo 5 rojan sekinandine.
Trump her wiha 5 şertên xwe yên ji bo bidawîkirina şer ducare kirin:
Têkbirina temamî ya şiyana mûşekî ya Îranê.
Rûxandina binesaziya pîşesaziya parastinê.
Ji nav birina hêza deryayî û asmanî ya Îranê.
Rêlibergirtina temamî ya şiyana atomî.
Dabînkirina ewlehiya Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê.
Trump derbarê Tengava Hurmizê de jî got, "Amerîka wê bi kar nayîne. Welatên ku wê bi kar tînin divê parastina wê bikin."
Vê daxuyaniya Trump berî bidawîbûna ultîmatoma wî ya 48 saetan a ji bo vekirina Tengava Hurmizê hat.
Trump gef xwaribû ku eger Îran tengavê veneke ew dê li stasyonên elektrîkê bixin. Îranê jî bi rûxandina binesaziya enerjiyê ya Îsraîlê û welatên ku baregehên Amerîkayê lê ne bersiv dabû.
Piştî daxuyaniya Trump, bihayê petrola Brent ji sedî 13 daket û bermîla petrolê gihişt 98 dolarî.
Li aliyê din bihayê zêr bilind bû û onseya zêr gihişt 4 hezar û 410 dolarî.