Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku ew li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump civiyaye û ragihand ku "peymaneke ku armancên şer pêk bîne" dê berjewendiyên wan biparêze.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di peyameke vîdeoyî de derbarê peymana agirbestê ya muhtemel a bi Îranê re daxuyanî da.
“Peymaneke wiha dê berjewendiyên me biparêze”
Netanyahu da zanîn ku wî îro serê sibehê bi Serokê Amerîkayê Trump re hevdîtin kiriye.
Wî got ku Trump "serkeftinên leşkerî yên di şer de wekî derfetekê ji bo peymaneke ku dê hemû armancên şer pêk bîne" dibîne.
Netanyahu her wiha got, "Peymaneke wiha dê berjewendiyên me biparêze."
Trump: "Me li ser xalên girîng li hev kiriye"
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê Îranê de ji rojnamegeran re axivîbû û gotibû ku Amerîka bi Îranê re dan û standinan dike û her du aliyan "li ser xalên girîng li hev kiriye."
Trump tekez kiribû ku dan û standinên ku yekşemê hatine kirin dê roja duşemê jî bidomin û eger gotûbêj bi awayekî berhemdar bidomin, dê di demeke nêzîk de peymanek çêbibe.
Li rexê din, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û Berdevkê Wezareta Karên Derve Beqayî daxuyandibû ku "Bi Amerîkayê re dan û standin nehatine kirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse