Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyama xwe ya herî nû de ragihand ku ji bo bidawîkirina şerê li gel Îranê ti leza wî nîne û got, "Hemû wextê cîhanê di destê min de ye lê Îran wextê wê nîne."
Wî her wiha tekez kir ku hêza deryayî û asmanî ya Îranê bi temamî hatine tunekirin.
Rexne li medyayê girt
Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê, rexne li beşek ji medyayên Amerîkayê girt ku dibêjin "leza wî heye şer biqedîne."
Trump di peyama xwe de rewşa niha ya artêşa Îranê jî eşkere kir û wiha nivîsî:
"Ji bo wan kesên ku New York Timesa têkçûyî dixwînin, yan li nûçeyên sexte yên CNNê dinêrin û bawer dikin ku 'leza min heye' da ku ez dawî li şerê li gel Îranê bînim (heke hûn navê wê deynin şer!), ji kerema xwe re bizanibin ku di dîroka vî erkî de dibe ku herî kêm guvaş li ser min hebe.
Hemû wextê cîhanê di destê min de ye lê wextê Îranê nîne — wext ber bi xelasbûnê ve diçe!"
"Hêza asmanî ya Îranê hatiye wêrankirin"
Serokê Amerîkayê di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser wan zererên giran ku li artêşa Îranê ketine û got:
"Hêza deryayî ya Îranê di binê deryayê de ye, hêza wan a asmanî hatiye wêrankirin, çekên wan ên li dijî balafiran û radarên wan nemane, serkirdeyên wan êdî li gel me nînin.
Dorpêç tund û bihêz e û dê ji niha xirabtir jî bibe — wext ne di berjewendiya wan de ye!"
Trump li ser mercên xwe yên ji bo mohrkirina peymanekê jî tekezî kir û wiha nivîsî:
"Peyman tenê wê demê dikare were kirin ku guncav be û ji bo Amerîka, hevpeymanên me û ji bo hemû cîhanê baş be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse