Îsraîlê li başûrê Libnanê da: 10 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku tevî agirbestê jî, ji ber êrişên roja înê yên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê 10 kes hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku beşek ji wan kesên ku hatine kuştin karmendên tenduristiyê bûne.

Di êrişeke li gundê Dêr Qanûn Nehrê de 6 kes hatin kuştin ku 2 ji wan karmendên tenduristiyê bûn û keçikeke biçûk a Sûriyeyî jî di nav wan de bû.

Di êrişeke din a li bajarokê Henawêyê de 4 karmendên din ên tenduristiyê hatin kuştin ku ser bi rêxistineke nêzîkî Hizbulahê ve bûne.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan li nêzîkî sînor 2 çekdar kirine armanc û kuştine.

Her wiha artêşê hişyarî da şêniyên gundê Burc Rehalê ku malên xwe vala bikin.

Helwesta Hizbulahê û cezayên Amerîkayê

Serokê Fraksiyona Hizbulahê ya li Parlamentoya Libnanê Mihemed Raed ragihand:

"Îsraîl di qada şer de bêhêvî bûye, loma hêrsa xwe bi ser gund û xelkê sivîl de dirijîne."

Mihemed Raed her wiha anî ziman ku ew dê êrişên xwe yên li leşkerên Îsraîlê bidomînin û bi tundî li dijî her cure dan û standinên rasterast ên li gel Îsraîlê ne.

Li aliyê din, Amerîkayê ceza bi ser 9 kesên ku pêwendiya wan bi Hizbulahê re heye sepand.

Ew bi tohmeta ku li ber pêvajoya aştiyê ya li Libnanê dibin asteng tên tawanbarkirin ku 2 ji wan kesan efserên artêşa Libnanê ne.

Şerê Îsraîl û Hizbulahê 2yê Adarê dest pê kir.

Hizbulahê ji bo tolhildana kuştina Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê ku di êrişeke Amerîka û Îsraîlê de hatibû kuştin, êrişî Îsraîlê kir.

Tevî ku ji 17ê Nîsanê ve agirbest hatiye ragihandin û hefteya borî jî 45 rojên din hat dirêjkirin jî, êrişên her du aliyan didomin.

Niha artêşa Îsraîlê heta 10 kîlometreyan ketiye nav axa Libnanê.

Li gorî amaran, heta niha li Libnanê herî kêm 3 hezar û 111 kes hatine kuştin.

Li hemberî vê artêşa Îsraîlê jî kuştina 22 leşkerên xwe ragihandiye.