Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re civiya
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack ku di heman demê de Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê ye, bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re civiya.
Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack li ser hesabê xwe yê Xê wêneyê xwe û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî belav kir û ragihand ku wî û tîma wî hevdîtin kiriye.
Thomas Barrack got, “Sûriye li Rojhilata Navîn a tevlihev zarokê guherîna qehremanî, postera jeopolîtîk û hêvî û şiyanê ye.
Min dît ku ew ber bi modeleke xweşbînî ya yekgirtî ve diçin ku dê rê li ber aştî, xweşguzarî û serfiraziya Sûriyeya nû veke.”
Barrack di nivîsa xwe de Serokê Amerîkayê Donald Trump jî etîket kiriye û ji bo rakirina cezayên ser Sûriyeyê spasiya wî kiriye ku şansek daye wî welatî.