Girîngiya Baregeha El Udeydê çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Amerîkayê ya El Udeydê ku Îranê îşev bi mûşekan êrişî wê kir, mejiyê operasyonên Rojhilata Navîn e.

Baregeha Asmanî ya El Udeyd a Amerîkayê ya li Qeterê wekî navenda operasyonên rêveberiya Washingtonê yên li Rojhilata Navîn tê zanîn.

Piştî ku Îranê bi mûşekên balîstîk êrişî wê Baregeha El Udeyd a Amerîkayê ya li Qeterê kir ev baregeh bû rojeva cîhanê.

Baregeha Asmanî ya El Udeyd ji ber cihê xwe yê stratejîk ê li Kendavê, wekî "tesîsa leşkerî ya herî mezin a Amerîkayê" ya li Rojhilata Navîn tê zanîn.

Baregeha leşkerî ya 24 hektarî dikeve başûrê rojavayê Dohaya paytexta Qeterê di çolekê de ye.

Ew baregeh mazûvaniya Hêzên Asmanî yên Qeterê, Hêzên Asmanî yên Amerîkayê, Hêzên Asmanî yên Îmaratê û hin hêzên din ên biyanî dike.

Baregeh ku wekî “mejiyê operasyonên Rojhilata Navîn" ên Amerîkayê tê pênasekirin, mazûvantiyê ji Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) re dike.

Bi saya vê baregehê, Amerîka li herêmeke berfireh a ku 21 welatan ji Bakurê Rojhilatê Afrîkayê heta Asyaya Navîn û Başûr li xwe digire, kapasîteyên hêza xwe ya asmanî bi kar tîne.

Her wiha, tê zanîn ku li vê baregehê balefirên bombebaranê yên menzîldirêj, balefirên sotemenî û veguhastinê û nêzîkî 100 balafir û dron hene.

Li baregeha ku xwedî girîngiyeke krîtîk e, nêzîkî 10 hezar personelên leşkerî yên Amerîkayê hene.

Donald Trump çûbû baregehê

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di çarçoveya geşta xwe ya meha borî ya ji bo Rojhilata Navîn de, di 17ê Gulanê de Binkeya Asmanî ya El Udeyd ziyaret kiribû.

Bi vê serdanê, Trump bûbû yekemîn Serokê Amerîkayê ku ji sala 2003yan ve serdana vê baregehê dike.

Trump, di axaftina xwe ya ji bo leşkerên li baregehê re gotibû, "Heta ku mirov silavê nede wan kesên ku Amerîkayê ewle, bihêz û azad dihêlin, ti serdaneke ji bo Kendavê temam nabe."

Tê texmînkirin ku Amerîka li Rojhilata Navîn xwedî nêzîkî 45 hezar personelên leşkerî, gelek baregeh û yekîneyên bihêz ên asmanî û deryayî ye ku dikare têxe dewrê.

Îranê ragihandibû ku wekî bersiv ji bo êrişa Amerîkayê ya li ser tesîsên wê yên nukleerî, wê bi mûşekan êrişî Binkeya Hewayî ya El Udeyd a Amerîkayê ya li Qeterê kiriye.

Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand êrişa mûşekî ya Îranê hatiye pûçkirin û ti ziyaneke canî çênebûye.

Hikûmeta Qeterê jî diyar kir ku erişa Îranê wekî binpêkirina eşkere ya serweriya xwe bi nav kir û diyar kir ku ew mafê xwe yê bersivdanê diparêzin.

Piştî êrişa Îranê ya li ser baregeha Amerîkayê ya li Qeterê, li gel Qeterê, Kuweyt, Îraq û Behreynê jî qadên xwe yên asmanî girtibûn.

Her wiha Misirê jî geştên xwe yên ber bi herêma Kendavê betal kiribûn.