Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku li Xezeyê herî kêm 111 kes ji birçîna mirine.
Ev yek di demekê de ye ku dorpêça tund a Îsraîlê ya li ser Xezeyê berdewam dike û rê nade alîkariyên mirovî derbas bibin.
Ev çend hefte ne ku Îsraîl nahêle ti alîkarî bigihêje Xezeyê.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê hişyarî da ku li Xezeyê “birçîbûneke kujende” rû daye û amarên mirina ji ber birçîbûnê zêde dibin.
Wezaretê her wiha diyar kir ku di 24 saetan de 10 kes ji bîrçîna mirine û hejmara miriyan a ji birçîbûnê gihîştiye 111 kesan ku 76 ji wan zarok in.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres doh Xeze wekî “şanoeyeke tirsnak” bi nav kir û got, “Asta kuştin û wêrankariyê ya li wir a van demên dawî bê mînak e.”
Piştî ku gotûbêjên ji bo dirêjkirina agirbesteke 6 hefteyî bi ser neketin, Îsraîlê ji 2yê Adara îsal ve dorpêçeke tam daniye ser Xezeyê.
Berdevkê Bernameya Xwirekê ya Cîhanê diyar kir ku nêzîk in ku bi awayekî fermî birçîbûnê li Xezeyê ragihînin û eger heta meha îlonê rê li ber alîkariyan neyê vekirin, "birçîbûneke tund" dê jiyana bi sed hezaran kesan bixe metirsiyê.
Xelkê Xezeyê tenê dikare ji wan cihên ku Îsraîl bi xwe alîkariyan lê belav dike sûdê werbigire.
Lê Neteweyên Yekbûyî dibêje ku hêzên Îsraîlê zêdetirî hezar Filistîniyên ku hewl daye xwarinê bi dest bixin, kuştine.
Ji bilî kêmbûna xwarin û pêdiviyên rojane, piraniya nexweşxaneyên Xezeyê ji ber kêmbûna derman û amûrên bijîşkî û bombebaranên berdewam ên Îsraîlê rawestiyane.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, ji 38 nexweşxaneyan, tenê 16 nexweşxane kar dikin.
Ev di demekê de ye ku ji ber bombebaranên berdewam û birçîbûna tund, nexweşxane nikarin bi têra xwe xizmetê bidin.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, ji destpêka şer ve heta niha 59 hezar û 106 kes li Xezeyê hatine kuştin û 142 hezar û 511 kes jî birîndar bûne.