Enqere (RûdaW)- Partiya Komar a Gel (CHP) ji bo kurdên ji ber êrîşên rêxistina DAIŞê reviyayîn 10 kamyonên alîkariyê berhev kirin. Kereseyên alîkariyê Cîgirên Serokê Giştî Mehmet Bekaroglu, Veli Agbaba, hin parlamenter û hin serokên şaredariya dê bibin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya CHPê şaredariyên CHPê ji bo penaberan 10 kamyon kereseyên tenduristiyê, xwarin û vexwarin berhev kirine. Alîkariyên mirovahî sibe saet 11.00 dê bigihê Rihayê.
Cîgirên Serokê Giştî yê CHPê Veli Agbaba ragihand ku ew û hin parlamenter û şaredarên CHPê jî dê biçen Rihayê û got, “Erka me ye em alîkariyê bidin kesên ku canê xwe ji destê rêxistina DAIŞê ya Rojhilita Navîn kirî wek gola xwînê û zarokên hêj zikê dayîka xwe de dikûje xilas kirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse