Hemasê 2 dîlên din jî serbest berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Hamasê ragihand ku piştî navbeynkariya Qeter û Misirê 2 dîlên din serbest berdane.

Hat diyarkirin ku dîlên hatin berdan welatiyên jin ên Îsraîlê ne.

Şer û pevçûnên navbera Îsraîl û komên çekdar ên Filistînê yên li Xezeyê dewam dikin.

Baskê çekdar ê Hemasê, Lîwayên Îzeddîn El-Qesamê ragihand ku wan bi navbeynkariya Qeter û Misirê 2 dîlên din ên Îsraîlê ji ber rewşa wan a tenduristî serbest berdane.

Berdevkê Baskê çekdar ê Hemasê Lîwayên Îzeddîn El-Qesamê Ebû Ubeyde li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir û wiha got:

“Ji ber sedemên mirovahî û xirabûna tenduristiyê me biryara berdana wan da.”

Navê jinên Îsraîlî yên hatin berdan jî Nurit Yitzhak û Yocheved Lifshitz in.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wan xwestiye roja Înê dîlan serbest berdin lê Îsraîlê vê yekê qebûl nekiriye.

Hemasê beriya nihajî dayikeke Îsraîlî û 2 zarokên wê û dayikeke Amerîkî û keça wê serbest berdabûn.