Pence: Barzanî pêşwazî li biryara Trump a mana serbazên Amerîkayê li Sûriyê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Cîgire Serokê Amerîkayê Mike Pence îro serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir û di serdana xwe de got: “Tişta îro min ji Serok Barzanî û herwiha serokwezîr bihîst, ew e ku wan pêşwazî li biryara Trump a derbarê mana serbazên Amerîkayê li Sûriyê de kir.”
Cîgire Serokê Amerîkayê Mike Pence li navenda leşkerî ya Esed li Enbarê ji fermandarên artêşa Amerîka re axivîn û ragihadn ku wan li herêmê serkevtineke mezin bidest xistine.
Mike Pence wiha axivî: “Dema em li wan pêşketinan difikirin ku serbaz, hêza esmanî û marênzan di dema wê sala derbasbûyî de bi awayekî serkeftî li wê navçeyê bidest xistine, dibînin bi rastî destkefteke mezin e. Di dema çend salên borî de DAIŞê dest danîbû ser axake zêde li Sûriye û Iraqê, lê hêzên me bi hevahengiya ligel hevpeymanên me ev yek berevajî kirin. Adara îsal bi hevkariya hêzên me li Hewlêr û li Binkeyê Esed, me navçeya herî dawî ya jêr destê DAIŞê kontrol kir, mehek berî niha serkirdeyê DAIŞê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hat jinavbirin. Ji ber van hewldanan cîhan aramtir e, Amerîka aramtir e, navçe jî aramtir e, hatime vê derê daku piştrast bikim ji wêya ku ji wan re bibêjim ka Amerîka çiqasî spasdarê xizmetên we ye.”
Derbarê axavtina ligel Serokwezîrê Iraqê Adi Ebdulmehdî de ku bi rêya telefonê pêk aniye got: “Dixwazim li ser wê axaftina min a ligel Adil Ebdulmehdî zanyariyan bidim we, em li ser wan aloziyan axifîn ku di dema çend hefteyên borî de li Iraqê serî hildane, wan ez piştrast kirim ku xwe ji bikaranîna tundûtûjiyê dûr bixin, di demekê de diaxifin ev tundûtûjî li Îranê jî diqewimin, wî peyman da min ku kar dikin ji bo wêya di çarçoveya proseya demokrasiyê de li Iraqê, xwepêşanderan diparêzin, rêzê li wan digirin ku bi aştiyane xwepêşandanê dikin.
Min ew teşwîq kirin ku guh li xwepêşander û daxwazên wan ên bo reforman bê girtin. Ev çend mijar bûn û ez û serok Barzanî li ser wan axifîn. Hevbeşiyeke me ya bihêz ligel gelê Iraqê heye, di şeran de me bi hev re şer kiriye û me Iraq ji destê dîktatoriyê rizgar kiriye, me ligel hevpeymanan xwe Iraq careke din ji destê DAIŞê rizgar kir, herwek çawa min serokwezîr Adil Ebdulmehdî û li vê derê jî li Herêma Kurdistanê ji serok Barzanî re got ku Amerîka amade ye hevbeşiya ligel wan bihêztir bike daku piştrast bin hikûmetên wan daxwazên xelkê cîbicîh dikin, ev jî bo jiyaneke pir li asayîş û debareke baş a demdirêj.”
Pence hewiha pêbendbûna Amerîkayê bi serwerî û serbixwebûna Iraqê tekez kir û wiha pê de çû: “Em berdewam dibin li nîgeranbûna destêweradana nexwestî ya Îranê li seranserê Iraqê. Helwêsta Serok Trump gelekî zelal bûye li ser wêna, ez jî ligel Adil Ebdulmehdî û ligel serkirdayetiya Herêma Kurdistanê li ser vê yekê axifîn, ev tenê bo wêya piştrast bin. Pêbendbûna me ligel xelkê Iraqê ye. Em dixwazin piştrast bin ku xelkê Iraqê dûr in ji destêwerdana Îranê û herwiha rêzê jî li deng û daxwazên xelkê tê girtin.”
Di beşeke din a axavtina xwe de Cîgerê Serokê Amerîkayê dibêje: “Tişta îro min ji Serok Barzanî û herwiha serokwezîr bihîst, ew e ku wan pêşwazî li biryara Trump a derbarê mana serbazên Amerîkayê li Sûriyê de kir, daku asayîşa wan bîrên petrolê biparêzin û nehêlin bikevin destê DAIŞê, Îran an jî rejîma Sûriyê, lê bo wê yekê ye ew çavkaniyên petrolê berdest bin bo xelkê Kurd li Sûriyê. Ez kêfxweş im bi bihîstina vê ji Serok Barzanî ku tedbîrên serok Trump çawa wiha kirin ku Tirkiye pêbendê agirbestê be, ev jî piştî serdana şanda me mehek berî niha bo Enqerê. Têgehiştina min ew e ku niha hêzên me li navçeyê û li esman hatine belavkirin, hêzên Kurdî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, herwiha xelkê Kurdên Herêma Kurdistanê wê yekê bizanin ku gelê Amerîkayê ligel we ye. Ev ew hevpeyman in ku mil bi mile me şer kirine, gelek qurbanî di şerê DAIŞê de dane, ne tenê li Iraqê li Sûriyê jî. Ew jî dizanin ku di demekê de Serok Trump pêdagir e li ser wêya serbazan vegerîne welat û ji navçeya sînorî ya navbera Sûriye û Tirkiyê dûr bixe, pêgeha me li Sûriye û li Iraqê dimîne, ev jî karvedana hevbeşiyeke me ya bihêz e ligel gelê Iraq û gelê Kurd li Iraq û Sûriyê.”
Pence piştevaniya Amerîkayê bo hêzên Kurdî tekez kir û got: “Bawer nakim ti şiroveyeke şaş di nav serkirdayetiya Herêma Kurdistanê de hebe, peywendiyên Serok Trump ligel hevpeymanên wî li Iraqê, ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên Kurdî ku di bereya me de ne, ti guhertinek bi ser de nayê. Serok Trump herdem bi pey derfetekê de digere ku serbazên me vegerînin welat, em dixwazin wan jin û mêran ji metirsiyê dûrbixin. Lê em bo hevpeymanên xwe yên li navçeyê jî tekez dikin ku Trump dibêje, yên ku di bereya me de şer kirine, piştgiriya me bo wan berdewam dibe. Hewla wan jî bo rexsandina aramî û jiyaneke xweş armanca me ya berdewam e, lê dikarin wê bibêjim bi wêya ligel Serok Barzanî û tîmê wî axifî ne, ew dizanin ku gelê Amerîkayê ligel wan e, berdewam dibin li ser girîngîpêdana wan peywendiyên demdirêj ligel hemû gelê Iraqê û Herêma Kurdistanê. Em wê yekê jî dilniyayiyê didin ku destê Hêzên Kurdî digihe wan çavkaniyên petrolê û bikaranîna wan jî di berjewendî û asayîşa wan de ye.”