TAYBET - Sûriye, Tirkiye û Îraq li ser deriyên bi Rêveberiya Xweser re çi difikirin?

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Pêwendiyan ê Deriyên Bejahî û Deryayî yên Sûriyeyê Mazin Elûş ji Rûdawê re ragihand ku ti pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re nînin û niha ti plana Tirkiye û Îraqê nîne ku deriyên sînorî yên bi Rêveberiya Xweser re vekin.

Mazin Elûş diyar kir rêbendên di navbera HSD û herêmên hikûmeta Sûriyeyê de ne di bin kontrola wan de ne û ti desthilata wan li ser wan nîne û got:

“Ew rêbend, rêbendên demkî ne û di destê hêzên ewlehiyê yên wan deveran de ne ku bi parêzgehan re di nav hevahengiyê de ne, wekî deriyê li Tebqayê û yê li Dêrezorê."

Elûş ji Rûdawê re destnîşan kir ku ti pêwendiyên wan ên fermî bi Rêveberiya Xweser re nînin û diyar kir ku heta herêmên di bin kontrola HSDyê de venegerin bin birêvebiriya dewleta Sûriyeyê, ne Tirkiye û ne jî Îraq dê deriyên sînorî vekin.

“Ne Tirkiye û ne jî Îraq...”

Mazin Elûş derbarê egera vekirina Deriyê Nisêbînê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve jî got:

"Heta ku ew dever nekevin bin birêvebiriya Dewleta Sûriyeyê ti deriyên sînorî yên fermî bi herêmên HSDyê re nayên vekirin.

Ne Tirkiye û ne jî Îraq plan dikin ku deriyan bi HSDyê re vekin."

Elûş da zanîn ku dibe di demeke nêzîk de pêşhatên nû li gel HSDyê hebin û biland, "Eger her lihevkirinek çêbibe, em dê parve bikin."

Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê

Mazin Elûş berî çend rojan daxuyaniyek dabû û gotibû ku kelûpelên di Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê re derbas dibin nayên çavdêrîkirin.

Wî li ser heman mijarê ji Rûdawê re got ku wan ji bo deriyê Sêmalka bi Herêma Kurdistanê re ti pêwendî nekirine û bi Rêveberiya Xweser re jî pêwendiyên wan nînin.

Li gorî gotina wî, her tişt bi pêkanîna Peymana 10ê Adarê ve girêdayî ye.