Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê li ser Sûriyeyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku ew dê li Sûriyeyê ji herêmên ku di bin kontrola wan de venekişin.

Katz her got ku ew dê li bakurê Xezeyê jî cihên nû yên niştecihbûnê yên Cihûyan ava bikin.

Wezîr Israel Katz li wargeha Beit Elê a li Şerîeya Rojava beşdarî konferansekê bû û li ser stratejiya herêmî ya Îsraîlê daxuyanî dan.

Katz destnîşan kir ku ew di heyama "serweriya pratîk" de ne û ev gotinên wî berovajî gotinên fermî yên Serokwezîr Benjamin Netanyahu û rêveberiya Amerîkayê ne.

“Em dê mîlîmetreyekê jî venekişin”

Di daxuyaniyên Katz de beşa herî balkêş têkildarî hebûna Îsraîlê ya li Sûriyeyê bû.

Katz bi awayekî eşkere diyar kir ku niyeta wan tune ye ku ji axa di bin kontrola Îsraîlê de ya li Sûriyeyê vekişin û got:

"Em dê li Sûriyeyê mîlîmetreyekê jî nelivînin (venekişin).

Ne li Xezeyê û ne jî li Sûriyeyê niyeta me tune ye ku em ji herêmên di bin kontrola Îsraîlê de vekişin. Li vir derfetên wisa hene ku demeke dirêj e tunebûn."

Li bakurê Xezeyê wargehên “Nahal” tên avakirin

Katz berevajî daxuyaniyên berê yên birêvebiriya Netanyahu yên wekî "Plana me ya niştecihbûnê li Xezeyê nîne" axivî.

Wî ragihand ku li bakurê Xezeyê bi rêya "komên tov ên Nahal" (avahiyên ku niştecihbûna leşkerî û sivîl digihînin hev) wargeh bên avakirin.

Katz niyeta guhertina demografîk a herêmê eşkere kir û got:

"Li şûna civakên ku li bakurê Xezeyê hatine valakirin em dê tovên Nahal ava bikin.

Di dema guncaw de em dê van planên niştecihbûnê bixin meriyetê."

Tê nirxandin ku daxuyaniyên Katz di navbera Washington û Tel Evîvê de dibin sedema kûrbûna nakokiyan.