Helwesta Îsraîlê ya li ser Durziyan: 'Em piştgiriyê nadin avakirina dewletê'
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Îsraîlî ji rojnameya The Washington Postê re ragihand ku Îsraîl li başûrê Sûriyeyê piştgiriya avakirina dewleteke serbixwe ya Durziyan nake.
Li gorî nûçeya The Washington Postê, berpirsên Îsraîlî eşkere kiriye ku helwesta wan a li hemberî civaka Durzî ya li parêzgeha Siwêdayê "bi baldarî hatiye hesabkirin" û armanca wan ne avakirina dewleteke serbixwe ye.
"Îsraîl naxwaze dewleteke Durziyan were avakirin"
Berpirsekî Îsraîlî yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ji rojnameyê re gotiye:
"Piştgiriya Îsraîlê ya ji bo Durziyan li başûrê Sûriyeyê bi baldarî hatiye hesabkirin û berjewendiya Îsraîlê li wir di avakirina dewleteke Durzî de nîne."
Wî rayedarî destnîşan kir ku dema pêwîst bûye wan çek şandine ji bo alîkariya Durziyan û tekez kir ku Îsraîl pabendî ewlehiya kêmîneyan e lê neyeta wan nîne ku hêzên taybet li gel komên Durzî bi cih bikin yan jî milîsên wekaletê bi rêxistin bikin.
"Em nikarin xelkê ku 100 kîlometreyan dûrî sînor e biparêzin"
Heman berpirsî diyar kir ku piştgiriya dewleteke serbixwe ya Durziyan dê barê ewlehiyê yê Îsraîlê giran bike û got:
"Piştgiriya dewleteke serbixwe ya Durzî tê wê wateyê ku divê Îsraîl wan niştecihên ku 100 kîlometreyan dûrî sînorên wê dijîn biparêze.
Birêvebiriya Amerîkayê jî bi tundî piştgiriyê dide gihiştina peymanê li gel dewleta Sûriyeyê."
"Otonomiyeke sazîbûyî"
Şêwirmendekî hikûmeta Îsraîlê jî nêrînên heman rengî anîn zimên û got:
"Eger berjewendiyeke me li vir hebe, ew ne avakirina dewleteke serbixwe ye."
Li gorî raporê, berpirsekî din ê Îsraîlî gotiye ku Îsraîl dê hewldanên xwe bidomîne ji bo tiştê ku wekî "otonomiya sazîbûyî" ji bo civaka Durzî bi nav dike.
Wî rayedarî her wiha da zanîn ku şandina alîkariyan ji aliyê Îsraîlê ve hîn berdewam e lê qebareya wê kêm bûye û wekî berê zêde nîne.