Agirbesta HSD û Artêşa Ereban a Sûriyeyê hat dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Agirbesta di navbera Artêşa Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de 15 rojên din hat dirêjkirin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê derbarê agirbesta li gel HSDyê de daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku agirbest 15 rojên din hat dirêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku agirbest li hemû eniyên operasyonên Artêşa Ereaban Sûriyeyê ji tê dirêjkirin û ev biryar ji demjimêr 23:00yê 24ê Kanûna Paşîn a 2026an ve dest pê dike.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, dirêjkirina agirbestê wekî piştgiriyekê ye ji bo operasyona Amerîkayê ya veguhastina girtiyên DAIŞê yên ji girtîgehên HSDyê.