TAYBET - Di nava DAIŞiyên ku birine Îraqê de Kurd jî hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji 3 çavkaniyên bilind ên ewlehiyê bi dest xistine, di nava wan çekdarên DAIŞê yên ku ji girtîgehên Sûriyeyê veguhastine Îraqê de hinek Kurd jî hene.
Çavkaniyên Rûdawê destnîşan kir ku di nava 460 çekdarên hilgirên nasnameya Îraqê de, ti kesê ji Kurdên Başûrê Kurdistanê nîne.
Lê belê li gorî heman çavkaniyên ewlehiyê, 23 ji wan çekdaran hilgirên nasnameya Îranê ne û hinek ji wan Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Pêvajoya lêpirsînê dê 4-6 mehan bidome
Berpirsekî Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî ya girêdayî Encumena Dadweriyê ya Îraqê, ji Rûdawê re ragihand ku heta niha îfadeyên zêdetirî 500 çekdaran hatine wergirtin û pêvajo rojane didome.
Li gorî gotina berpirsê Navenda Niştimanî, ji bo ku pêvajoya wergirtina îfadeyan û lêpirsînê biqede "4-6 meh" pêwîst in.
Wî berpirsê Navenda Niştimanî derbarê îhtimala ku ew çekdar radestî welatên wan bên kirin got:
"Kîjan ji wan çekdaran li dijî Îraqiyan tawanek kiribe, ew radestî welatê xwe nayê kirin û dê li nav Îraqê were darizandin."
"Dê rûbirûyî cezayê bidarvekirinê bibin"
Birêvebira Yekîneya Lêkolîn û Vêkolînan a li Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî Lema Fazilê 19ê Sibata 2026an ji Rûdawê re ragihandibû:
"Tohmetbarên biyanî dê li gorî Yasaya Cezayê ya Îraqê ya bi hejmar 111an a sala 1969an a sererastkirî werin darizandin."
Wê berpirsê amaje pê kir ku li gorî madeya 6an a vê yasayê, desthilata dadgehên Îraqê heye ku wan biyaniyan jî darizînin ku li derveyî Îraqê tawan kirine.
Ev yek jî bi wî şertî ye ku tawana wan wekî tawanên terorîstî zerer gihandibe ewlehiya niştimanî ya Îraqê.
Lema Fazilê got, ew çekdar li gorî Yasaya Dijîterorê ya bi hejmar 13an a sala 2005an tên darizandin.
Lemayê da zanîn, ev yasa ferqê naxe nava wî çekdarê ku şer kiriye yan jî tenê alîkarî kiriye.
Li gorî vê yekê, dê hemû rûbirûyî cezayê bidarvekirinê yan jî cezayê girtîgehê yê hetahetayê bibin.
Divê were bibîranîn ku Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) 21ê Kanûna Paşîn a îsal dest pê kiribû ku DAIŞİyên girtî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê veguhêze Îraqê.