Biryara bidarvekirina 529 alîgirên Îxwan Misilmîn hat sepandin
Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeha Minya ya tawanan li Misirê cezayê bidarvekirinê li ser 529 alîgirên rêxiysina Îxwan Mislimîn sepand û doseya wan ji bo Muftî veguhestin.
Li gorî medyay Misrê, îro 24.03.2014, doseyas 529 alîgirên Îxwan Mislimîn, ku ji aliyê dadgehê ve cezaya bidarvekirinê li ser wan hatibû sepndin, doseya wan bo Mûftî hat veguhestin bo cî bi cîkirina vê cwezayê.
Li gorî dadgehê, ez cezayê han li ser wan her 529 alîgirên Îxwan Misilmîn de bi tometa avltin li ser navenda polîs li Mtay, kuştina cîgirê rêveberê wê navendê, kuştina polîs û afserekî û destdanîn li ser çek û guleyên polîsan, hatiye sepandin.
Ev karê han piştî hilweşandina xwepêşandana li meydana Rabie Edewiye û meydana Nehda li Misrê di 14ê Tebaxa sala 2013an de, hatibû encamdan.
Hêjayê gotinê ye ku Serokê ji ser kar dûrxistî yê Misrê, Mihemed Mursî û 130 serkirdeyên Îxwan Mislimîm bi tometa avêtin li ser girîtgehan û revîna serkirdeyên Îxwanan û girtiyan piştî şoreşa 25ê Çileya sala 2011an, niha digirtîgehjê de ne.
Herwiha berî demekê desthilatên Misrê birayr dan ku êdî ew rêxistina Îxwan Misilmîn wek rêxistinek terorî didin zanîn.