Balyozê Pakistanê: Em navbeynkariya Amerîka û Îranê dikin

1 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Balyozê Pakistanê yê Neteweyên Yekbûyî Asim Îftîxar Ahmed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Balyozê Pakistanê yê Neteweyên Yekbûyî Asim Îftîxar Ahmed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pakistan Asim Îftîxar Ahmed Amerîka Îran
A+ A-

New York (Rûdaw) - Li pişt perdeya civînên Neteweyên Yekbûyî yên li New Yorkê, hewldanên dîplomatîk ên ji bo vemirandina agirê şerê navbera Îran û Amerîkayê zêdetir bûne.

Nûnerê Pakistanê bi awayekî fermî ji Rûdawê re piştrast dike ku ew hewl didin ku her du aliyan bikişînin ser maseya gotûbêjan.

Balyozê Pakistanê yê Neteweyên Yekbûyî Asim Îftîxar Ahmed pirsa Rûdawê ya li ser rola welatê wî ya di navbeynkariya navbera Tehran û Washingtonê de bersivand û got:

"Gelek welatên dost di vê mijarê de beşdar in, em jî hewl didin alîkariya wan hewldanan bikin."

Ev mikurhatina balyozê Pakistanê, girîngî û baweriyeke zêdetir dide wan gotegotên ku qala hebûna kenalên nerasterast ên dan û standinan dikin.

Lê Tehran heta niha vê yekê bi awayekî fermî red dike.

Rûsya piştgiriyê dide vebijêrka dîplomatîk

Li hêla din, Rûsyaya ku hevalbendeke nêzîk a Îranê ye, bi rêya Rûdawê piştgiriya xwe ya ji bo her hewldaneke dîplomatîk anî zimên.

Balyozê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya ji Rûdawê re got:

"Bê guman eger guftûgoyeke rasteqîn hebe ku bibe sedema aramkirina aloziyan û gihîştina çareseriyeke siyasî û dîplomatîk, em dê piştgiriyê bidinê."

Ev hewldan di demekê de ne ku şer derbasî meha duyem bûye.

Bi beşdariya Îsraîlê, derbeya herî tund li serkirdeyên bilind ên Îranê hatiye xistin.

Bandorên aborî û zexta li ser Trump

Berdewamiya şer ne tenê aliyê leşkerî li xwe girtiye, di heman demê de Tengava Hurmîzê jî nîvco seqet kiriye.

Ev yek jî bûye sedem ku petrol biha bibe.

Vê bihabûna sotemeniyê zexteke siyasî ya tund xistiye ser îdareya Trump.

Bi taybetî jî ji ber ku partiya wî xwe ji bo hilbijartinên Kongreyê amade dike.

Dan û standinên Vance û Qalîbaf?

Medyaya Amerîkayê qala wê yekê dike ku Washington li ser amadehiyekê dixebite.

Ev amadekarî ji bo civîna navbera Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf e.

Niha çav li Neteweyên Yekbûyî ne, gelo dîplomasiya "pişt perdeyê" dikare rê li ber şer bigire?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst