Îsraîlê ji ber şer 57 milyar dolar zerer kiriye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Îran Şer Aborî Zerer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aboriya Îsraîlê di heyama du salan de ji sedî 8,6ê tevahiya berhema navxweyî ya salane ji dest da.

Ev yek jî dike 57 milyar dolar.

Banka Navendî ya Îsraîlê di rapora xwe ya salane ya 2025an de zererên aborî eşkere kirin.

Banka Navendî ragihand ku ev zerer bi taybetî bi şerê Xezeyê ve girêdayî ne ku piştî êrişa Hemasê ya sala 2023yan dest pê kir.

Ev zerer şerê niha yê bi Îranê re li xwe nagire

Ev rejeya mesrefa şerê niha yê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re li xwe nagirin.

Şerê bi Îranê re di hefteya çarem de ye û Îsraîl hema bêje rojane Îranê bombebaran dike.

Her wiha Îsraîl di heman demê de hewl dide bersiva êrişan jî bide.

Encumena Wezîran a Îsraîlê vê mehê budceyeke sererastkirî ji bo sala 2026an pesend kir.

Encumenê 13 milyar dolar ji bo peydakirina mesrefên şer li budceyê zêde kir.

Rêjeya deynan bilind dibe

Berpirsê Banka Navendî ya Îsraîlê Amîr Yaron ji rojnamegeran re axivî û ev agahî dan:

"Beriya şerê niha, me pêşbînî dikir îsal aboriya me ji sedî 5,2 mezin bibe û kêmasiya me jî ji sedî 3,9 be."

Li gel zêdebûna kêmasiyê û îhtimala kêmkirina pêşbîniyên geşeya aborî, rêjeya deynan li beramberî berhema navxweyî bilind dibe."

Li gorî rapora Banka Navendî ya Îsraîlê, zerera aborî ya di şerê 12 rojan de jî diyar bûye.

Ev zerera aborî nêzîkî ji sedî 0,3yê tevahiya berhema navxweyî bûye.

Helwestên siyasî bandorê li hinartinê dikin

Lêkolînerên bankê li ser hinartinê texmînek kir.

Li gorî texmînê, hinartina kel û pelan a ji 8 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re kêm bûye.

Ew hinartin di sala 2024an de milyarek dolar û sala 2025an de jî 1,5 milyar dolar kêm bûye.

Lê bazirganiya bi welatên din re zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst