Pakistan: Em ji bo dan û standinên Îran û Amerîkayê geşbîn in

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pakistan Îran Amerîka Ataulah Terar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Ragihandinê yê Pakistanê Ataulah Terar ji Rûdawê re diyar kir ku ew ji bo dan û standinên Îran û Amerîkayê geşbîn in.

Ataulah Terar ji nûçegihana Rûdawê ya li Îslamabadê Dilniya Rehmanê re şitexilî.

Terar diyar kir ku ew li ser dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê geşbîn in.

"Em hêvîdar in tişt bi awayekî baş biçin"

Wezîrê Pakistanî hatina Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ya ji bo Îslamabadê wekî pêngaveke erênî û giring bi nav kir.

Ataulah Terar li ser vê mijarê got, "Em hêvîdar in tişt bi awayekî baş ber bi pêş ve biçin. Ka em li benda îşev bin da ku em binerin çi diqewime."

Ev daxuyaniyên berpirsê Pakistanî di demekê de ne ku îşev Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi serokatiya şandeyekê digihîje paytexta Pakistanê.

Dîplomasiya Îranê li herêmê

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Ebas Eraqçî dê piştî Pakistanê serdana Rûsya û Umanê jî bike.

Tê çaverêkirin ku Eraqçî li gel berpirsên van welatan li ser kêmkirina alozî û gurbûna şerê li herêmê biaxive.

Şandeya Amerîkayê sibe bi rê dikeve

Li hêla din, Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê îşev ragihand ku sibe şandeya Amerîkayê ji bo civîna bi şandeya Îranê re ber bi Pakistanê ve bi rê dikeve.

Karoline Leavittê eşkere kir ku di wê şandeyê de Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Karên Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Şêwirmendê Donald Trump Jared Kushner cih digirin.

Beriya niha gera yekem a dan û standinan li Pakistanê hatibû kirin lê her du alî li ser xalên sereke li hev nekiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst