Erdogan: Vegerandina penaberan di ajandeya civînên 4 alî de ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê ragihand, mijara penaberên Sûriyê di ajandaya civînên çaralî yên di navbera her çar welatên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê de ye.
Recep Teyyip Erdogan got, di civînên çaralî de li Moskowê wan behsa vegera penaberên Sûriyê kirine û diyar kir, heta niha wan 560 hezar penaber vegerandine navçeyên ewle yên di nav axa Sûriyê de.
Tirkiyê di sê operasyonên cuda de, herêma Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê û herwiha herêma Operasyona Mertala Firatê xistiye bin kontrola xwe û di çarçoveya polîtîkayên xwe yên ji bo vegerandina penaberên Sûrî de, bi sedan hezar penaber li wan herêman bicih kirine.
Erdogan herwiya da xuyakirin, di plana wan de ye ku milyonek penaber ji Tirkiyê vegerînin welatê wan û tekez kiriye ew dê ji wan penaberan re komelgeh û malan ava bikin.
Di nava proseya hilbijartinên Tirkiyê de, bi awayekî mezin behsa penaberên Sûriyê tê kirin û li ser wan propaganda tên meşandin.
Li aliyê din jî vegera wan penaberan bo Sûriyê zêde bûye.
Li deriyê Cerablusê hejmarek zêde ji koçberên Sûriyê ketine rêzê û diçin welatê xwe.