Di şerê Îran û Îsraîlê de çi bû û çi nebû?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan bernameya atomî ya Îranê ji holê rakiriye lê Îran, Rûsya û şîrovekarên serbixwe vê yekê red dikin.

Amerîkayê 22yê Hezîranê yek ji êrişên herî dijwar li dijî sê tesîsên atomî yên Îranê pêk anî. 

Piştî lêdana bi 12 bombeyên qulkirinê ji aliyê bombeavêjên B-2 ve, wêneyê peykê yê bingeha atomî ya Fordoyê nîşan dide ku li du cihan sê çalên kûr li kêleka hev çêbûne.

Tesîsa Fordoyê bingeha atomî ya Îranê ya herî girîng bû.

Îranê li wê derê uranyûm bi rêjeya ji sedî 60 dimeyand.

“Tesîsa Fordoyê xira nebûye”

Berdevkê Lîjneya Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Îbrahîm Rezayî got ku bombeyên veşartgehşik Fordo xira nekirine.

Îbrahîm Rezayî wiha got, “Me tesîsa Fordoyê bi awayekî qayîm kiriye ku B-2ya Amerîkayê nikare derbas bike.

Ew bombeyên veşartgehşik ku behsa wan dikin ji gotinên beloq zêdetir, ne tiştek e."

Pispora Atomê ya li Peymangeha Royal United Services a Londonê Darya Dolzikovayê jî gumanê dixe ser gotinên berpirsên Amerîkayê û di wê baweriyê de ye ku ew têkbirina Amerîkayî behs dikin, ne hêsan e pêk were.

“Em rastiyê nizanin"

Darya Dolzikova yê got, “Xelkê wêneyê peykê dîtiye ku cihê ketina bombeyan nîşan dide lê ew wêne ji me re nabêjin çi li nav tesîsê qewimiye.

Em nizanin awayê tesîsê çawa ye. Em rastiyê nizanin bandora êrişê çawa bûye.”

“Îran niha dikare di nav çend hefteyan de çeka atomî çêke”

Raporeke Saziya Radyoya Nîştîmanî ya Giştî ya Amerîkayê jî ku pişta xwe bi gotinên pisporên serbixwe yên Amerîkî girêdide, dibêje Amerîka ne ku her nekariye bernameyê etomî ji nav bibe lê niha Îran dikare di çend hefteyan de çeka atomî çêbike.

Di raporê de wiha hatiye gotin:

“Êrişa Amerîkayê bandor li uranyûma depokirî ya Îranê nekiriye.

Uranyûm berî êrişê ji Fordoyê hatiye veguhastin.

Bi hezaran setrifûjên Îranê li derveyî tesîsên bombebarankirî hene.

Dibe uranyûma meyandî biribin cihekî nehênî û li wir ji bo çeka atomî were bikaranîn.”

Dîmen nîşan didin, du roj berî êrişê, hinek barhelgir çûne nav tesîsê û paşê ji wir çûne ku guman heye uranyûm veguhastibin.

Fordo pêştir hatiye valakirin

Berpirsên Îranê jî piştrast dikin ku berî êrişê tesîsa xwe vala kiribûn.

Nerîna Alîkarê Serokê Ewlehiyê yê Rûsyayê Dmitry Medvedev jî heman tişt e û ew dibêje:

"Wiha xuya ye jêrxana sotemeniya atomî yan qet zerer nedîtiye yan zerera wê kêm e.

Meyandina madeya atomî berdewam dibe û niha dikarin bi piştrastî bibêjin, di paşerojê de bombeya atomî tê berhemanîn."

Artêşa Îsraîlê jî da zanîn ku ew lêkolînê derbarê çarenivîsa uranyûmê dikin.

“Me tesîsên wan ji holê rakirin”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî da zanîn ku ji têkbirina bi tevahî ya bernameyê piştrast in û got:

“Me zanayên wan nehiştin. Me ew kargeh têk birin ku sentrifûj çêdikirin.

Me bingehên meyandinê ji holê rakirin. Me Netenz ji holê rakir û derbeke bihêz li Fordoyê da.

Paşerojê bi tevahî dizanin bandora lêdanê çi bûye û pêdagir in li ser wêya hemû tiştekî temam bikin."

Ew uranyûma ku tê gotin Îranê veşartiye 400 kîlogram e û rêjeya meyandina wê ji sedî 60 e, eger meyandin bigihe ji sedî 90, wê demê têra çêkirina 10 bombeyên atomî dike.