Îsraîl: Îranê agirbest bin pê kiriye û em dê êrişî Tehranê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku Îranê agirbest bin pê kiriye û ji ber vê, wî ferman daye artêşa Îsraîlê ku ew bi tundî li hedefên li Tehranê bixe.

Piştî artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Îranê mûşek hatine avêtin, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got wî ferman daye artêşa Îsraîlê ku ew bi tundî êrişên asmanî li hemberî Tehranê pêk bîne.

Israel Katz anî ziman ku Îranê agirbesta ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hat ragihandin bi avêtina mûşekan bin pê kiriye.

Katz diyar kir ku wî ev ferman di çarçoveya wekî beşek ji siyaseta hikûmeta Îsraîlê ya bersivdayîna tund a li hemberî binpêkirina agirbestê de û bi rêberiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu daye artêşa Îsraîlê.

Her wiha hikûmet û mixalefeta Îsraîlê jî xwest ku li dijî êrişên Îranê bersiv bên dayîn.

“Tehran dê bilerize"

Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrichê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama "Tehran dê bilerize" parve kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi şev diyar kiribû ku di navbera Îran û Îsraîlê de agirbest dê bikeve rewacê û Îsraîlê jî daxuyandibû ku wan agirbest qebûl kiriye.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku ji Îranê ber bi bakurê Îsraîlê ve mûşek hatine avêtin û pergalên parastina asmanî ew êriş asteng kiriye.