Îran û Îsraîl hevdû bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin û hevdû tehdîd dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbestek di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand, her du alî niha hevdû bi binpêkirina agirbestê tometbar dikin û hevdû bi tundî tehdîd dikin.
Îran ragihand ku wan Îsraîl neçarî rawestandina êrişan kiriye lê Îsraîlê diyar kir ku Îranê agirbest bin pê kiriye û gefa êrişeke mezin li Tehranê dixwe.
Çend demjimêran piştî ragihandina agirbestê, artêşa Îsraîlê eşkere kir ku Îranê bi avêtina 2 mûşekan agirbest bin pê kiriye.
Li ser vê yekê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku wî ferman daye artêşê daku "bi tundî" bersiva Îranê bide û baregehên li navenda Tehranê bike armanc.
Sererkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir jî got, "Wekî bersiv ji bo vê binpêkirina mezin a rejîma Îranê ya li dijî agirbestê, em dê bi hêzê li wan bidin."
Îran: "Me dijmin neçarî şikestinê kir"
Li hemberî van tohmetan, Sererkaniya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê red kir ku wan piştî destpêkirina agirbestê ti mûşek avêtibe Îsraîlê.
Her wiha Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê jî daxuyaniyek belav kir û serkeftina xwe ragihand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku berxwedana hêzên wan bûye sedem ku "neyarê Siyonîst poşman bibe, şikesta xwe qebûl bike û êrişên xwe bi awayekî yekalî rawestîne."
Encûmenê tekez kir ku hêzên wan di amadebûna herî bilind de ne û got, "Hêzên çekdar amade ne bersiva her kiryareke destdirêjkerane ya neyar bi awayekî yekalîker û poşmanker bidin."
Agirbesta bi navbeynkariya Trump
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, berbanga îro ragihandibû ku Îran û Îsraîlê li ser agirbesteke 5 qonaxî li hev kiriye.
Li gor nexşerêya Trump, divabû pêşî Îran êrişên xwe rawestîne û 12 demjimêran bi şûn de jî Îsraîlê heman tişt bikira.
Trump li ser tora civakî ya Truth Socialê nivîsîbû, "Niha agirbestê dest pê kir, tika dikim wê bin pê mekin."