Agirbesta Xezeyê: Bersiva Hemasê gihişt Tel Evîvê
Hewlêr (Rûdaw) - Navbeynkarên Qeter û Misirê bersiva Hemasê ya derbarê agirbesta li Xezeyê û pevguhertina dîlan gihandin Îsraîlê.
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku wan bersiv wergirtiye û niha dinirxînin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kiribû ku Îsraîlê şertên ji bo agirbesta 60 rojî ya li Xezeyê qebûl kiribû û pêşniyaz bi rêya Qeter û Misirê ji Hemasê re hatibû pêşkêşkirin.
Hemasê bersiva xwe ya erênî ya ji bo agirbesta li Xezeyê û pevguhertina dîlan dabû navbeynkaran û ragihandibû ku ew ji bo dan û standinên derbarê cîbicîkirina agirbestê de amade ye.
Şerê dawî yê ku piştî 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li Xezeyê dest pê kir krîza mirovî gihandiye asta karesatê.
Ji destpêka şer ve hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye derketiye 58 hezar û 895an û hejmara birîndaran jî gihiştiye 140 hezar û 980î.