DAIŞ keçên diçin dibistanê zorê “zewaca cîhadî” dikin

24-11-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr  (Rûdaw)- Rêxistina DAIŞê li Mûsilê bi keçên ku diçin dibistana amadeyî bi zorê “zewaca cîhadî” dike.

 

Çavkaniyekê li Mûsilê ji Rûdawê re ragihand ku rêxistina DAIŞê li bajêr, malên keçên ku diçin dibistana amadeyî diyar dike û paşê jî, zorê li wan dike da ku ew ji bo pêwendiyên zayendî yên demkî  “zewaca cîhadî” qebûl bikin.

 

Herwiha heman çavkaniyê diyar kir ku îro balafirên şerî yên hevpeymaniya navdewletî, herêma Geyarê û Şewra bombebaran kirine û di encamê de jî 33 kes hatine kuştin û termên wan bîrine nexweşxaneya Mûsil.

 

Hat zanin ku piştî baran barinê cendeken, 60 kesên ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin girtin û ew xistine girtigeha Badûşê, serax bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst