Barana gur dîrok derxist holê: Li Babîlê bi sedan parçe hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barana gur a demên dawî, li parêzgeha Babîlê ya Îraqê bi dehan parçeyên şûnwarî hatin dîtin.

Birêvebirê Ragihandinê yê Parêzgeha Babîlê Heyder Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Heyder Îbrahîm ragihand ku barana dawî beşek ji axa herêma dîrokî ya Borsippayê bi xwe re biriye û ew parçe derketine holê.

Lewma roja 22yê mehê bi serpereştiya Pişkînerê Şûnwarên Babîlê dest bi pêvajoya komkirina wan parçeyan hat kirin.

Di pêvajoyê de Polîsên Şûnwar û Kelepûran, Dezgeha Ewlehiya Niştimanî, birêvebiriyên asayîş, îstixbarat û rûbirûbûna terorê ya li parêzgeha Babîlê beşdar bûn.

Bajarê şûnwarî yê Borsippayê 15 kîlometreyan dûrî başûrê rojavayê bajarê Hîleyê yê navenda parêzgeha Babîlê ye.

Cih wekî Birs Nemrûd-Şûnwarê Nemrûd jî tê naskirin ku peyveke Sumerî ye û tê wateya Bajarê Deryayê an Şûrê Deryayê.

Dîroka avakirina wê vedigere serdema Xanedana Urê ya Sêyem.

Birêvebirê Ragihandinê yê Babîlê amaje bi wê yekê kir ku 380 parçeyên şûnwarî yên curbicur hatine dîtin.

Di nav wan de 350 pereyên (sike) curbicur, 10 pereyên sifir, 2 parçeyên zêr hene.

Her wiha komek cêrên ji herî û kevirab, peykerên biçûk ên mirov û ajelan, morik û kel û pelên din ên dîrokî yên bi qîmet jî hatine dîtin.

Sala 1854an tîmeke Brîtanyayî li wî cihî kolan û pişkinîn kiribûn.

Dû re tîmeke Almanyayî nivîsera Perestgeha Nabûyê li wir dîtibû.

Paşê tîmeke şûnwarî ya Awisturyayî di navbera salên 1990 û 2003yan de li herêmê kolan û pişkinîn kiribû.

Heyder Îbrahîm destnîşan kir ku pişkinînên destpêkê yên ku ji aliyê pisporên şûnwaran ve hatine kirin, encamên girîng dane.

Derketiye holê ku hinek ji wan parçeyên hatine dîtin vedigerin serdema Îslamî û hinek jî vedigerin serdema Silûqiyan.