Misr bi teqînan pêşwaziya salvegera şoreşê kir

25-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Îro sibehê bombeyeke vedayî li nêzîk peymangeha polîsan li navçeya Eyin Şemis li rojhilatê paytexta Misrê Qahîreyê teqiya. Di demekê de îro hemwelatiyên misrî 3yemîn salvgera şoreşa 25ê çileyê bi bîr tînin ku di encam de Husnî Mubarek li ser desthilatê hat rakirin.

Li gor medyaya misrî, di encama teqîna ku li nêzîk peymangeha polîsan li navçeya Eyin Şemis pêk hat de, kesek birîndar bû û ziyan gihişte avahiya peymangehê.

Duh Qahîre rojeke xwînî derbas kir ku tê de çend teqînan li pey hevdu li paytextê pêk hatin. Teqîna herî tund li ber avahiya rêveberiya ewlekariyê ku di encamp de 5 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Biryar e îro jî bi helkefta salvegera şoreşa 25ê çile li ser banga çend hêzên siyasî xwepêşandan derkevin, lê tirs heye ku di navbera xwepêşander û alîgirên Îxwan Muslimîn li qadên xwepêşandanên de, bi taybet li Meydana Tehrîr û li derdora Koşka el-Itîhadiye ya Serokatiya Misrê derkevin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst