Rojhilata Navîn li qeraxên şer e: Aliyek hêzan kom dike, aliyek dixwaze çekan bikire

Hewlêr (Rûdaw) - Rojhilata Navîn di qonaxeke çarenivîssaz de ye.

Tehran û Pekîn ji bo kirîna mûşekên "kujerên keştiyan" di qonaxa dawî ya îmzekirina peymaneke leşkerî ya mezin de ne.

Li hêla din, Washingtonê li nêzîkî Îranê ew qas hêza leşkerî kom kiriye ku ji şerê Îraqê yê sala 2003yan ve mînaka wê nehatiye dîtin.

Îran dixwaze mûşekan ji Çînê bikire

Li gorî rapora ajansa Reutersê ku agahiyên xwe dispêre 6 çavkaniyan, Îran hewl dide mûşekên krûz ên dijî keştiyan (CM-302) ji Çînê bikire.

Ew mûşek"supersonîk" in û leza wan digihe 290 kîlometreyan.

Ji ber ku nizm difirin û leza wan pir zêde ye, pergalên parastinê yên keştiyên şer bi zehmetî dikarin wan têk bibin.

Danny Citrinowiczê ku leşkerekî berê yê îstixbarata Îsraîlê ye got:

"Eger Îran vê teknolojiyê bi dest bixe, dê hevkêşeyên deryayî bi temamî biguherin."

Li gorî Reutersê, Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Îranê Mesûd Ureyî havîna borî çûye Pekînê û kar û barên vê peymanê temam kirine.

Piştî şerê 12 rojan ê ku di navbera Îran û Îsraîlê de Hezîrana borî qewimîbû, Tehranê dît ku pêwîstiya wê bi van çekan heye.

Amerîka hêzên xwe zêde dike

Di heman demê de, rojnameya Washington Postê bi rêya analîzkirina wêneyên peykan û amarên firînê eşkere kirin ku artêşa Amerîkayê ji nişka ve zêdetirî 150 balafirên şer li Rojhilata Navîn û Ewropayê bi cih kirine.

Ev tevger piştî wê yekê tên ku gera duyem a dan û standinên atomî 17ê Sibatê bêencam bi dawî bû.

Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump 19ê Sibatê tenê 10 roj dem da Îranê ji bo ku peymanekê îmze bike, heke na dê rastî êrişên leşkerî bê.

Rapora Washington Postê hûrgiliyên zêdetir li ser cihê balafiran eşkere dike.

Li gorî raporê, tenê li Baregeha Asmanî ya Muwefeq Seltiyê ya li Urdinê zêdetirî 60 balafirên şer hatine bicihkirin ku herî kêm 12 ji wan ji cureyê bipêşketî yê F-35an in.

Di heman demê de, li Ewropayê jî hêz hatine zêdekirin.

Balafirên şer ên ji cureyê F-22 Raptor li Baregeha Lakenheathê ya Brîtanyayê hatine bicihkirin.

Her wiha hinek balafirên çavdêriyê û şer li Girava Krîtê ya Yunanistanê hatine bicihkirin.

Ji xeynî van, niha nêzîkî sêyeka hemû keştiyên şer ên çalak ên Amerîkayê li herêmê hatine komkirin.

Di nav wan de yên herî girîng jî her du keştiyên balafirhilgir ên qerase Abraham Lincoln û Gerald R. Ford in.

Amadehiyên dawî yên êrişê

Lêkolerê leşkerî Steffan Watkins destnîşan dike ku Amerîkayê sêyeka balafirên "AWACS"ê şandine herêmê ku erkê wan fermandarî û çavdêriya qada şer e.

Watkins dibêje, "Beriya destpêkirina her êrişê, ev perçeyê dawî yê pazilê ye."

Li rexê din, cezayên Neteweyên Yekbûyî yên li ser ku welatên din çekan bifiroşin Îranê careke din ketine meriyetê lê Çîn û Rûsya li dijî vê yekê derdikevin.

Ji bilî mûşekên dijkeştî, Îran hewl dide pergalên parastina asmanî jî ji Çînê bikire da ku wê kêmasiya leşkerî ya ku ji ber şerê sala borî di embarên wan de çêbûye tijî bike.