Barê amadehiyên şer giran e

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka ji bo tevger û amadehiyên xwe yên leşkerî yên li Rojhilata Navîn rojane di navbera 25 û 40 milyon dolaran de xerc dike.

Beşeke mezin a vê lêçûnê jî ji bo tevger û xebitandina du keştiyên balafirhilgir ên bi navê Abraham Lincoln û Gerald Ford e.

Hûrgiliyên mesrefan û hêzên bicihkirî

Lêçûna rojane ya her komeke êrişkar a keştiyên balafirhilgir di navbera 6,5 û 9 milyon dolaran de ye.

Ev lêçûna mezin dabînkirina sotemeniya rojane ya keştiyan dihewîne ku digihîje 150 hezar galonan.

Her wiha debar û pêdiviyên nêzîkî 6 hezar û 700 karmendan jî tê de ye.

Leçûna parastin û xebitandina keştiyên paşmêr (refaqetkar) ên wekî keştiyên cengî û keştiyên binavî jî di çarçoveya vê budceya rojane de ye.

Hêza asmanî û pergalên parastinê

Heta niha zêdetirî 50 balafirên şer ên bipêşketî yên curên F-35, F-22 û F-16 li baregehên leşkerî yên herêmê hatine bicihkirin.

Beşeke mezin a wan balafiran li Baregeha Asmanî ya Muwefeq Seltiyê ya li Urdinê ne.

Tenê lêçûna operasyonên asmanî, mana wan a di rewşa amadebaşiyê de û firîna wan a berdewam, rojane digihîje 20 milyon dolarî.

Her wiha Amerîkayê pergalên xwe yên parastina mûşekî yên li baregehên xwe yên li Qeter, Urdin û Erebistana Siûdî bi awayekî berbiçav bihêztir kirine.

Wêneyên peykan nîşan didin ku Washingtonê amadehiyên xwe temam kirine û baregehên herêmê ji bo egera her êrişa li ser sazî û navendên atomî û mûşekî yên Îranê bihêz kirine.

Ev yek wekî amadehiyeka ji bo her rûbirûbûna leşkerî ya ji nişka ve ya li herêmê tê dîtin.

34 milyar dolar di kêmtirî du salan de

Li gorî amarên Projeya "Lêçûna Şer" a Zanîngeha Brownê, Amerîkayê ji Çiriya Pêşîn a 2023yan ve nêzîkî 34 milyar dolaran di pevçûnên girêdayî komên hevpeymanên Îranê yên li herêmê de xerc kirine.

Ji wî pereyî 22 milyar dolar wekî alîkariya leşkerî ji bo Îsraîlê hatiye veqetandin.

12 milyar dolarên din jî ji bo operasyonên rasterast ên artêşa Amerîkayê yên li Yemen û cihên din û ji bo alîkariya hevpeymanên din ên Washingtonê hatine terxankirin.

Dan û standinên di bin siha şer de

Li aliyê din, hikûmeta Amerîkayê û hikûmeta Îranê du gerên dan û standinan pêk anîne.

Donald Trump dibêje, baştir e Îran peymanekê bike.

Îran jî dibêje, amade ye dilgiraniyên Amerîkayê yên derbarê programa xwe ya atomî de ji holê rake û piştrastiyê bide ku dê çeka atomî çêneke lê daxwaza rakirina cezayên li ser Tehranê dike.

Li gel vê yekê, mijara meyandina uranyûmê, mûşekên balîstîk ên Îranê û komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li herêmê, xalên din ên nakok in ku nêrînên cuda yên her du aliyan li ser wan hene.