Di navbera Îraq û Kuweytê de krîza sînorê deryayî: Filistînê piştgirî da Kuweytê

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê li gorî biryara Lijneya Wezîran a hejmar 266an (a sala 2025an) nexşe û koordînatên sînorê deryayî yên nû li Neteweyên Yekbûyî (NY) tomar kirin.

Piştî vê yekê di navbera Îraq û Kuweytê de alozî derket û Filistîn jî tevlî vê aloziyê bû.

Birêvebiriya Filistînê ragihand ku ew bi temamî piştgiriyê didin serweriya Kuweytê ya li ser xak û avên wê yên herêmî.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Filistînê de hat diyarkirin ku ew bipêşketinên piştî tomarkirina koordînatên sînorên deryayî yên navbera Îraq û Kuweytê ya li NYyê ji nêz ve dişopînin.

Wezareta Filistînî di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya pêbendbûna bi hiqûqa navneteweyî û Peymana Hiqûqa Deryayî ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1982yan.

Kuweytê notaya protestoyê da Îraqê

Hikûmeta Kuweytê sêşemê (24ê Sibata 2026an) notayeke fermî ya protestoyê da Berpirsê Kar û Barên Îraqê yê li Kuweytê.

Birêvebiriya Kuweytê nexşeya ku Îraqê li NYyê tomar kiriye wekî "midaxeleyeke eşkere ya li ser avên herêmî yên Kuweytê û binpêkirina serweriyê" pênase dike.

Wezareta Karên Derve ya Kuweytê diyar kir ku herêmên deryayî yên wekî Feşt el-Qeyd û Feşt el-Eyc ti carî nebûne mijara nîqaşê.

Wezaretê destnîşan kir ku ev der perçeyekî venedeqetiyayî yê serweriya temam a Dewleta Kuweytê ne.

Her wiha Kuweytê bangî birêvebiriya Bexdayê kir ku vê mijarê li gorî pêwendiyên dîrokî yên her du welatan û di çarçoveyeke berpirsyar de binirxîne.

Bexda: Em rê nadin midaxeleyê

Li ser bertekên dualî, Lijneya Wezîran a Îraqê daxuyaniyek da.

Lijneyê tomarkirina nexşeya sînorên deryayî ya li NYyê wekî "mafê serweriyê" nirxand û diyar kir ku ev gav li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî hatiye avêtin.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê jî derbarê mijarê de daxuyaniyeke berfireh da.

Wezaretê diyar kir ku armanca biryara hejmar 266an a sala 2025an a hikûmeta Îraqê ew e ku hemû rêkarên yasayî yên kevn û nû di belgeyeke fermî ya yekbûyî de werin komkirin ku xwe dispêre koordînatên teqez.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Armanca vê gavê parastina mafên deryayî yên Îraqê ye."

Her wiha hat tekezkirin ku mafê ti welatî nîne ku midaxeleyî biryarên serweriyê yên Îraqê bike.

Sedema krîzê çi ye?

Feşt el-Qeyd û Feşt el-Eyc ku di navenda krîza sînor a navbera Îraq û Kuweytê de ne, pêkhateyên deryayî yên biçûk ên li Kendava Besreyê ne.

Ev herêma ku di nexşeyê de bi zehmetî tên dîtin, ji bo paşeroja aborî û stratejîk a her du welatan xwedî girîngiyeke jiyanî ne.

"Feşt" têgeheke deryayî ya Erebî ye. Ji bo wan cihên kêmkûr û refên mircanan tê bikaranîn ku gelekî nêzîkî asta deryayê ne, bi vekişîna avê derdikevin rûyê erdê yan jî tenê di binê avê de dimînin.

Li ser van cihên kêmkûr jiyan nîne lê di hiqûqa deryayî ya navneteweyî de ji bo diyarkirina xala destpêkê ya avên herêmî û Herêma Aborî ya Taybet tên bikaranîn.

"Boriya nefesê" ya Îraqê teng dibe

Herêma ku ev ref lê ne (rêya avê ya Xor Ebdulah û peravên Girava Bûbiyanê), yekane xêza peravê ya teng a Îraqê ye ku pê vedibe deryayê.

Îraq neçar e ku hinartin û hawirdekirina petrolê ku deriyê giring ê aboriya wê ye, di vê rêya teng a avê re bike.

Berfirehkirina avên herêmî ya Kuweytê ya li ser bingeha van xalên sînorî (Feşt el-eyc û Feşt el-Qeyd), metirsiya tengkirina trafîka keştiyan a Îraqê û asêkirina welêt a di bejahiyê de bi xwe re tîne.

Îdiaya Kuweytê û platforma Feşt el-Aycê

Kuweyt diyar dike ku ev cihên kêmkûr ji aliyê dîrokî ve aîdî wê ne û perçeyekî venedeqetiyayî yê avên wê yên herêmî ne.

Heta birêvebiriya Kuweytê di demên borî de li ser Feşt el-Eycê platformeke deryayî çêkiribû û ev der wekî xala destpêkê ya sînorên xwe diyar kiribû.

Sedema sereke ya krîzê ne ew e ku çend zinar aîdî kê ne, belkî mesele ew e bê dê qadên desthilata deryayî ji kû derê dest pê bikin.

Kuweyt dixwaze van xalan wekî sînor qebûl bike û qada xwe ya di deryayê de berfireh bike.

Îraq jî bi nexşeya xwe ya koordînatên nû li dijî vê yekê dertê û diyar dike ku ev gav gefê li rotayên derbasbûna keştiyên wê û bazirganiya wê ya deryayî dixwe.