Xeyala Almanyayê nîvco ma: Malbateke Kurd a Êzidî li Qeyseriyê asê ma

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Kurd a Êzidî ya ji Şingalê ku dixwest biçe Almanyayê, li Tirkiyeyê hat girtin.

Dayîk û du zarokên xwe piştî girtîgehê, niha li Navenda Vegerandinê ya Qeyseriyê tên girtin.

Xalide Îlyas Hecî û du kurên xwe bi pasaportên fermî derbasî Tirkiyeyê bûne û xwestine ji wir biçin Almanyayê.

Bi belgeyên sexte hatin girtin

Li gorî agahiyan, malbatê ji bo çûna Almanyayê bi qaçaxçiyan re li hev kiriye û qaçaxçiyan "îqameya Almanyayê" ya sexte daye wan.

Xalide Îlyas Hecî û her du kurên xwe yên 8 û 10 salî, Kanûna Paşîn a 2026an dema xwestiye ji Balafirgeha Konyayê bifire, ji aliyê polîsan ve hatine rawestandin.

Bi hinceta ku belge û îqameya wan sexte ne, dayîk û zarok hatine desteserkirin û bi biryara dadgehê ew şandine girtîgehê.

"Ziman nizanin û zehmetiyê dikişînin"

Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut derbarê rewşa wan ji Rûdawê re axivî.

Abdurrahman Karabulut diyar kir ku malbat nêzîkî mehekê li Girtîgeha Konyayê maye û got:

"Piştî hewldanên me hatin berdan lê ji bo vegerandina Herêma Kurdistanê ew şandin Navenda Vegerandinê ya Qeyseriyê.

Malbat ji ber ku bi Tirkî nizane rûbirûyê zehmetiyan dibe."

Hat zanîn ku Xalide Îlyas Hecî xwestiye biçe cem hevjînê xwe yê li Almanyayê lê piştî bûyerên qewimîn niha dixwaze vegere Herêma Kurdistanê.