Rêberê Îxwan Muslimîn îro tê dadgehkirin


Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeheke Misrê cezayê bidarvekirinê derheqê 528 endamên Tevgera Îxwan Muslimîn a ku li wî welatî hatiye qedexekirin derxist. Herwiha rûniştina dadgehkirina rêberê wê grûpê Mihemed Bedîh û 680 tometbarên din îro destpêbike.

Duh dadgeha cînayetan a parêzgeha el-Minya dosyeyên 528 endamên Tevgera Îxwan Muslimîn ji muftiyê Misrê re şandin.

Biryara bidarvekirina wan kesan di qada navdewletî de deng veda û her yek ji Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Berîtanya dilgiraniya xwe li hember derxistina wê biryarê anîn ziman.

Her 528 endamên Îxwan Muslimîn ku cezayê bidarvekirinê derheqê wan derketiye, bi êrîşkirina ser navendên polîsan û malên hemwelatiyan li parêzgeha el-Minya li başûrê Misrê hatine tawanbarkirin.

Di heman dosyeyê de ku gelek tometbarên wê ne di girtîgehê de ne, 17 kes bêguneh derketin.

Dadgeha cînayetan a el-Minya roja 28ê nîsanê destnîşan kiriye ji bo gotina cezayê wan tometbaran.