LIBNAN - Di êrişên nû yên Îsraîlê de 9 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêleke nû ya êrişên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê de herî kêm 9 kes hatin kuştin.

Medyaya Libnanê îro ragihand ku di wan êrişan de 47 kes jî birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê (NNA) nûçeya xwe spart Wezareta Tenduristiyê û hûrgiliyên êrişan eşkere kirin.

Li gorî nûçeya ajansê, di biserdegirtineke Îsraîlê ya li bajarokê Hebûşê yê Neqetiyê de 3 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.

Êrişên li ser kampan û bajaran

Ajansê diyar kir ku di êrişeke din a Îsraîlê de li Xaçerêya el-Alemê ya li Sûrê 24 kes birîndar bûne.

Di heman demê de, artêşa Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a Filistîniyan a Mieh Miehê kir.

Di vê êrişê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve, di êrişa li ser bajarokê Edlûnê yê Sîdonê de 4 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Bîlançoya êrişan

Piştî ku şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê dest pê kir, Hizbulaha Libnanê jî êrişî Îsraîlê kir û Îsraîlê jî li hemberî vê yekê dest bi êrişan kir.

Artêşa Îsraîlê ji 2yê Adarê ve bi êrişên asmanî Libnanê bombebaran dike û niha êrişeke bejahî jî heye.

Rayedarên Libnanê dibêjin ku di êrişên Îsraîlê de heta niha herî kêm 1072 kes hatine kuştin û 2966 kes jî birîndar bûne.

Aloziya li herêmê

Ev aloziya niha, piştî destpêkirina êrişeke hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê derket holê.

Ji 28ê Sibatê ve di encama wan êrişan de ve zêdetirî 1340 kesî hatine kuştin.

Tehranê jî wekî bersiv bi dron û mûşekan êrişî Îsraîl, Urdin, Îraq û welatên Kendavê kir.

Îran dibêje ku ew di wan êrişan de "cihên leşkerî yên Amerîkayê" dikin hedef.