Trafîka li Tengava Hurmizê ji sedî 90 kêm bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Berî şerê Îranê rojane nêzîkî 120 keştî di Tengava Hurmizê re derbas dibûn lê ji 28ê Sibatê ve heta niha tenê nêzîkî 119 keştî di tengavê re derbas bûne.
Tevî ku Îranê ragihandiye Tengava Hurmizê “tenê ji bo dijminên wê” hatiye girtin, hejmara wan keştiyên ku karîne bi destûra Îranê di tengavê re derbas bibin gelekî sînordar e.
Berî destpêkirina şerê li Îranê, rojane nêzîkî 100-120 keştiyên petrolê û keştiyên bazirganiyê bi awayekî asayî di wê rêya avî re derbas dibûn.
Amarên çavdêriya deryayî yên şirketên navneteweyî nîşan didin ku di 3 rojên dawî de nêzîkî 10-16 keştî di tengavê re derbas bûne.
Di nav wan de du keştiyên Hindistanê jî hene ku gaza LNGyê veguhastine.
Dîplomasiya Narendra Modi
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi diyar kir ku ew li gel welatên Kendavê di nav pêywendiyeke domdar de ne.
Modi her wiha ragihand ku ew bi Îran, Îsraîl û Amerîkayê re jî di nav pêywendiyê de ne û got:
"Armanca me ew e ku em bi rêya dîplomasî û diyalogê aştiyê vegerînin herêmê.
Me li gel wan qala kêmkirina aloziyê û vekirina Tengava Hurmizê kiriye."
Plana 15 xalî û bersiva Trump
Li gorî hinek çavkaniyan, Amerîkayê bi rêya Pakistanê planeke ji 15 xalan pêk tê daye Îranê. Yek ji wan daxwazan vekirina Tengava Hurmizê ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di bersiva pirseke li ser wê yekê de ku dê ji niha û pê ve kî Tengava Hurmizê bi rê ve bibe, bi henekî got, "Ez."
Donald Trump her wiha anî ziman:
"Dibe ku ez. Dibe ku ez û Ayetullah. Ayetullah kî dibe bila bibe.
Dibe ku guherîneke cidî di pergal an jî rejîma Îranê de pêk bê.
Eger em bi dadperwerî biaxivin, hemû rayedarên vê rejîmê hatine kuştin."
Şerê Îranê ketiye hefteya xwe ya çaran.
Di 26 rojên şer de bi giştî nêzîkî 119 keştiyan karîne di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Li gorî amarên keştîvaniyê, heftane nêzîkî 15 heta 18 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Ew jî keştiyên Çîn, Rûsya, Hindistan û çend welatên din bûn ku pêywendiyên wan bi Îranê re baş in.