Îranê bi mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kir: ‘Em dê bi erdê re bikin yek’

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku li Îsraîlê zêdetirî 70 xalên ku Heyfa, Dîmona, Hadera û bakur û başûrê Tel Evîvê jî di nav de ne bi mûşekan kirine armanc.

Yekeya Pêywendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir ku di çarçoveya pêla 81ê ya operasyona "Peymana Rastîn 4" de êrişên nû birine ser Îsraîlê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Heyfa, Dîmona, Hadera û her du aliyên Tel Evîvê bi mûşekên "Îmad", "Qiyam" û "Xuremşehr 4" hatine lêdan.

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de gef xwar û got, “em dê Tel Evîv û Heyfayê bi erdê re bikin yek.”

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir.

Ev êriş di demekê de pêk hat ku dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de didomiyan.

Îranê jî wekî bersiv êrişî baregehên Amerîkayê yên li Qeter,Îmarata Erebî û Behreynê kir.

Her wiha Îranê li hinek welatên herêmê jî armancên ku berê diyar kiribûn da ber mûşekan.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên pilebilind ên wî welatî hatin kuştin.