Şeş welatên Ereban bangî Îraqê kir: ‘Êrişan rawestînin’

Hewlêr (Rûdaw) - Şeş welatên Ereban di daxuyaniyeke hevpar de bangî Îraqê kir ku ji bo rawestandina êrişên ku ji axa wan li dijî welatên cîran tên kirin rawestîne.

Welatên Kuweyt, Îmarata Erebî, Behreyn, Erebistana Siûdî, Qeter û Urdinê daxuyaniyeke hevpar belav kir.

Wan di daxuyaniya xwe de êrişên Îranê û "hevkarên wan" ên li herêmê şermezar kirin.

Welatan ji bo parastina xwe ya li hemberî êrişan ku wekî "sûc" bi nav kir tekezî li ser "mafê xwe yê temam û resen" kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew komên çekdar ên ku ji Îraqê êriş dikin, aramiya herêmê têk didin.

Ji ber vê yekê wan ji hikûmeta Îraqê xwest ku rê li ber van êrişan bigire.

Bersiva komên çekdar

Li hemberî vê daxuyaniyê, Berdevkê koma "Seraya Ewliya Dem" Ebû Mehdî Ceferî da zanîn ku êrişên wan "li welatên Kendavê û Urdinê tenê li dijî Amerîkayê ne."

Ebû Mehdî Ceferî her wiha got:

"Niyeta Amerîkayê ya ji bo bicihanîna 5 hezar leşkerên din li herêmê, wisa dike ku em êrişên xwe li her welatê ku lê bin gurtir bikin."

Berdevkê Seraya Ewliya Demê wan welatan tohmetbar dike ku ew axa xwe ji bo êrişên li dijî Îraqê bi kar tînin.

Ebû Mehdî Ceferî îdia kir ku êrişên li Heşdî Şebiyê û Wezareta Parastinê ya Îraqê ji wan baregehên leşkerî dest pê dikin ku li hinek welatên Kendavê û Urdinê hatine bicihkirin.