Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyekî Îxwan Muslimînê Sûriyê ragihand ku Erebistana Siûdî di rêya kesatiyeke siûdî ya payebilind re ji Îxwanên Sûriyê re gotiye ku navê wan di lîsteya terorê ya Siûdiyê de.
Malpera Zeman el-Wesil a opozîsyona Sûriyê li ser serkirdeyekî Îxwan Muslimînê Sûriyê veguhestiye ku navê grûpa wan ne di nav lîsteya terorê ya Erebistana Siûdiyê de ye.
Bi gotina wî serkirdeyê ku navê wî nehatiye aşkerekirin, “lîsteya terorê di pileya yekem de ji bo Îxwanên Misrê hatiye derxistin” û ti têkiliya wê bi Îxwan Muslimînê Sûriyê re tine ye.
Derbarê pirsa ku gelo ji bo çi Siûdiyê navê Îxwanên Sûriyê jî nekiriye nav lîsteya xwe ya terorê de, wî serkirdeyî got “Ji ber taybetmendiya krîza Sûriyê û rola Îxwan di opozîsyona Sûriyê de ye. Tevî ku Îxwanên Sûriyê ne wek Îxwanên Misrê ne”.
Serkirdeyê Îxwanên Sûriyê Milhim Dirûbî li Siûdiyê dijî û herwiha Ubeyde el-Nehas ku ew jî serkirdeyekî Îxwanên Sûriyê ye, her tim serdana Siûdiyê dike, lê heta niha hikûmeta Siûdiyê ti tedbîrek derheqê wan nestandiye.
Erebistana Siûdiyê berî niha grûpa Îxwan Muslimîn xiste nav lîsteya “rêxistinên terorîstî û tundrew” de. Herwiha navên DAÎŞ, Hûsiyên li Yemenê, Cebhet el-Nusra û Hizbullahê li Siûdiyê jî xiste nav heman lîsteyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse