Filistînî piştî şerê li Xezeyê cara yekem e diçin ser sindoqan

 Hewlêr (Rûdaw) - Filistînî li Şerîeya Rojava û herêmeke Xezeyê, ji bo cara yekem piştî destpêkirina şerê li Xezeyê dê ji bo hilbijartinên şaredariyan herin ser sindoqên dengdanê.

Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a li Ramallahê, nêzîkî 1,5 milyon kesî li Şerîeya Rojava û 70 hezar kesî li devera Dêr Belahê ya li Xezeyê mafê wan ê dengdanê heye.

Piraniya namzedan ser bi Tevgera Fetihê ne ku Mehmûd Ebas serokatiya wê dike yan jî namzedên serbixwe ne.

Tevgera Hemasê bi ti lîsteyên fermî beşdar nebûye.

Li gelek bajarên mezin namzedên Fetihê û namzedên serbixwe hevrikiyê dikin.

Dema dengdanê û amadehî

Sindoqên dengdanê li Şerîeya Rojava ji saet 07:00ê sibehê heta 19:00an vekirî dibin lê li Dêr Belahê ya li Xezeyê dengdan saet 17:00an bi dawî dibe.

Sedema vê yekê ew e ku ji ber nebûna elektrîkê berî roj tarî bibe dest bi cudakirina dengan bikin.

Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî Ramiz Elekberov ragihand ku ev hilbijartin ji bo Filistîniyan "derfeteke girîng e" ku di vê rewşa dijwar de mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.

Ev cara yekem e ku ji sala 2006an ve li Xezeyê hilbijartin tên kirin.

Mamosteyê Zanistên Siyasî yê li Qahîreyê Cemal Fadî dibêje ku hilbijartina li Dêr Belahê ji bo desthilata Filistînê wekî "tecrubeyekê" ye.

Çimkî ew herêm tenê cihê Xezeyê bû ku piraniya şêniyên wê ji ber şer koçber nebûne.

Li ser aliyê ewlehiyê, her çend komîsyonê ji bo parastina navendên dengdanê yên li Xezeyê şirketeke ewlehiyê ya taybet girtibe jî, çavkaniyekê ji komîsyonê got ku polîsên Hemasê bi biryar in bixwe ewlehiya dengdanê biparêzin.

Ew dê bi cilên sivîl û bê çek li derdora 12 navendên dengdanê werin bicihkirin.

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas 20 sal in li ser desthilatê ye.

Wî gelek caran soza hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê daye lê heta niha ew soz bi cih nehatine.