Ebas Eraqçî û Asim Munîr li ser agirbestê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Îranê Ebas Eraqçî û Serokerkanê Pakistanê Asim Munîr li ser agirbestê civiyan.

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku wezîrê derve yê wî welatî di hevdîtinekê de bi Serokerkanê Pakistanê re qala rûdanên dawî yên agirbesta navbera Îran û Amerîkayê kiriye.

Wezareta Karên Derve ya Îranê îro şemiyê 25ê Nîsana 2026an daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî yê ku bi şandeyekê re li Îslamabadê ye, bi Serokerkanê Pakistanê Asim Munîr re civiya.

Hewldanên ji bo aştî û aramiyê

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de behsa rûdanên dawî yên agirbestê û biyekcarî bidawîanîna şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re hatiye kirin.

Hat destnîşankirin ku Ebas Eraqçî û Asim Munîr ji bo "bihêzkirina aştî û aramiyê" ya li herêmê hevahengî kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji ber rola hikûmeta Pakistanê û serokerkanê wî welatî ya di ragihandina agirbestê û bidawîanîna şer de spasiya wan kir.

Her wiha wî nêrîn û têbîniyên Tehranê yên li ser agirbestê gihandin Îslamabadê.

Li gorî heman daxuyaniyê, Serokerkanê Pakistanê amadebûna welatê xwe ragihand ji bo ku heta gihiştina encamekê hewldanên navbeynkariyê bidomînin.

Şandeya Amerîkayê jî diçe Îslamabadê

Doh bi şev, Wezareta Karên Derve ya Pakistanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şandeyeke Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî gihiştiye Îslamabadê.

Şande ji aliyê Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar, Serokerkanê Pakistanê Asim Munîr û çend berpirsên din ve hat pêşwazîkirin.

Li aliyê din, Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê roja înê li Washingtonê ji rojnamegeran re ragihand ku roja şemiyê şandeyeke Amerîkayê dê ber bi Îslamabadê ve bi rê bikeve.

Leavittê da zanîn ku şande ji Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Şêwirmendê Donald Trump Jared Kushner pêk tê.