Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê ragihand ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu li dijî Hizbulahê fermana "êrişeke xurt" daye.
Nivîsgeha Serokweziriya Îsraîlê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Netanyahu ferman daye ku li Libnanê bi tundî êrişî armancên Hizbulahê bikin.
Artêşa Îsraîlê derbasî başûrê Libnanê bûbû
Artêşa Îsraîlê 2yê Adarê li dijî Libnanê dest bi êrişên asmanî yên dijwar kiribû.
Di encama van êrişan de artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê derbasî gelek bajarokan bûbû.
Hikumeta Libnanê jî li ser rewşa koçberan daxuyaniyek dabû.
Li gorî daxuyaniya hikumetê, di vê heyamê de hejmara koçberên li welêt ji milyonek û 162 hezarî derbas bûye.
Agirbest 3 hefteyên din hatibû dirêjkirin
Di navbera Libnan û Îsraîlê de 17ê Nîsanê agirbesteke demkî ya 10 rojî ketibû meryetê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump berê li ser vê agirbestê daxuyaniyek dabû.
Trump ragihandibû ku agirbesta demkî 3 hefteyên din hatiye dirêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse